Bavên taze karin tuşî xemokîyê bibin

Mêrên nû bûne bav karin tuşî xemokîyê bibin, lêkolîneke zanistî ku li Göteborg bêşkêş bû vê yekê eşkere dike. Berîya nuha xemokî ba dayikên taze naskirîbû, lê ku di nav bavan de jî hebe ne diyarkirî bû.

Ji tevahîya bavên beşdarî vê lêkolînê bûbûn, 6% ji wan nîşanên nearamîyê, stress û xemokîyê diyar kiribûn. Di nav dayikan de hejmar ducar bû. 1,3% ji bavan bi teşxîsa xemokîya durist bûn.

Lê li gor Pamela Massoud ya derûnnas ku ev lêkolîn birêve birîye, dora 90% ji hemû hemşîreyên wê li gel wan axivîye rapor kirine ku ew tucarî bi rewşa derûnî û xemokîya van bavan ve ahadar nabin.

    

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista