Foto: Scanpix/Michael Reichel.

Homoseksuel tûşî cudakariya tên

Cudakariya homoseksuelan
3:48 min

Zilamên homoseksuel li ciyên kar tûşî cudakariyê tên, miaşê kêmtir distînin û ji bo wan zehmete bigihin pozîsyonên şefîtiyê.

-      Berfirehiya cudakariyê ya li hember mêrên homoseksuel ji ya jinên homoseksuel pir bilindtir e. Helbet cudakarî li hember jinên homoseksuel jî heye, lê ne bi heman şêweyî û ne di heman astê de. Mirov dibîne ku jinên homosesksuel di rewşên kar de tûşî cudakariyê tên, lê çaxê mirov li miaşê ku ew distînin dinêre bi qasî jinên heteroseksuel distînin.

Mats Hammarstedt tevî du lêkolînerên din li belediyên cuda li helwêsta li hember homoseksuelan nêrîne. Paşê wan li miaş û meyla nivînan ya 4 000 kesan re dane ber hev. Encameke zelal derketiye holê; li heman belediyên ku helwêsta li hember homoseksuelan neyênî ye, bêhtir homoseksuel bêkar in yan jî miaşê wan kêmtir e.

Belê, li gor lêkolînê peywendiyeke berbiçav ya statîstîkî di navbera meyla nivîna û miaşê kêm de heye. Bi Mats Hammarstedt sedem dikare ew be ku hin şef helwêst û reftên hevkaran berbiçav digrin û hîna di destpêkê de di dayina kar û miaş de pêşhikmiyên wan hene.

Lê Mats Hammarstedt dibêje zehmet e mirov bêje bê tesîra homoseksualîteyê li ser asta miaş tam çiqas e.

-      Nehêsan e mirov destnîşan bike bê tesîr bi temamî çiqase, lê tesîra li ser miaşê zilaman ji ya jinan bêhtir e. Em nikarin biryar bidin bê ji sedî çiqas e yan parînek çende mezin e, lê em dizanin ku ew heye.

Herçend mirov nikare behsa asteke miaş ya destnîşankirî bike jî lêkolîn nîşan dide ku şensê wergirtina kar ya mêrên homoseksuel ji %11 kêmtir e. Lê ferqa di navbera şensê wergirtina kar di navbera jinên homoseksuel û heteroseksuel de qet nîne. Ji bo zilamên homoseksuel dijwariyeke mezin ew e ku bigihin pozîsyonên bilind, wekî şefîtiyê. Zehmetiyeke din jî ew e ku di meslekên ku bêhtir zilam di wan de kar dikin de bixebitin.

Mats Hammarstedt:

-      Dema zilamên homoseksuel serî li meslekên ku bi tradîsyonelî yê mêran e ew tûşî cudakariyê dibin. Yanî li meslekên ku gelek karkerên zilam hene, zilamên homoseksuel zehmet e kar tê de peyda bikin. Ji aliyekî din ve lêkolîn nîşan dide ku zehmet e ew di meslekên cuda de bigihin pozîsyonên şefîtîyê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".