Wêne: Scanpix. Montage: Sveriges Radio.

Lêhûrnerîna girêdayî bazirganîya saudî tên girtin

Lêhûrnerîna derbarê tawanên nehênîgirtinê yên gûmanjêkirî yên girêdayî eşkerekirinên radyoya Swêdê di bazirganîya saudî de hatîye girtin, piştî biryara ji karmendê bilind yê hikûmetê yê dadê, Justitiekansler, JK.

Enstîtûya lêkolînerî ya hêza bergirîyê ji karmendê bilind yê hikûmetê yê dadê, JK, xwest ku li vê rewşê hûr binere bo ku biservebin bê kî ev belgeyên nehênîkirî belav kirine.

JK di biryara xwe de dinivîsîne ku nikarin bi zelalî peyda bikin bê kî ev belge belav dane yan jî belav kirine û ji ber vê yekê jî dê ev lêhûrnerîn bên girtin.

Beşê nûçeyên radyoya Swêdê, Ekot gelek belge girêdayî eşkerekirina berîya salekê çap kirine, ya derbarê ku Swêd planên nehênî û yên demdirêj hene ku alîkarîya Saudîyê bikin ku fabrîkayeke çekan ya têrpêşketî ava bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".