Sextekarên xwe ker û lal dikin pir bûne

Bîroya rojnameyan ya nûçeyan, TT, radigihîne ku sextekarên gûmanjêkirî yên dibêjin ku ew ker û lalin yan jî bo ker û lalan pereyan berhev dikin di temamê de Swêdê de zêde bûne.

Polîs li herêma Blekinge, Örebro, Värmland û Skåne hişîyarîya van sextekaran dane, yên bi awayekî cuda kar dikin, lê diyare ya hevbeş e bo wan ew e ku mijara ”ker û lalbûnê” bikartînin.

Li gelek deverên Swêdê sextekarên bi vî awayî hatine girtin. Di vê dema dawî de gelek kesên xapandî û xemgîn telefona federasyona keran kirine û behsa serpêhatîyên xwe kirine.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".