Foto: Henrik Montgomery/Scanpix.

Hejmara penaxwazên ji Balkanê bi nîvî bûye

Hejmara mirovên ku ji welatên Balkan, wek Sibîstan û Albanya, tên Swêdê û li vir serlêdana mafê penaberiyê dikin, li gorî sala par bi nêvî bûye.

Sedema vê yekê dikare ew be ku wan welatan çavdêriya derketina mirovan xurtir kiriye.  

Piștî ku YE ew welat tehdît kirin ku carek din mecbûriya wîzeyê bîne holê, wan kontrola xwe ya derketinên ji welêt bi taybetî jî ya mirovên roman xurt kir û bi hezaran kes li ber sînor rawestand, li gorî hevkara înîsiyatîva ewlehiya ewrûpî, European Stability Initiativ ya li Brukselê, Alexandra Stiegelmeyer:

Alexandra Stiegelmeyer bi berdewamî dibêje dema ku polîsên welatên Balkanî gûmanê dikin ku hemwelatiyên wan dê ji bo serlêdana penaberiyê herin welatên din yên YE, rê li wan tê girtin û destûr nayê dayîn ku ji welêt derkevin.   

Heta niha îsal 600 penaxwaz ji welatên Balkan hatine Swêdê û %98-%99 yên wan biryara redê wergirtine.    

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista