Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Bildtext

Banka Navendî fayîza krîzê naguhere

Wek dihat payîn vê carê jî fayîz nehat nizimkirin. Banka Navendî biryar da ku fayîza rêvebir wek xwe dimîne %1,0. Li gorî pêșbîniya Banka Navendî fayîza repoyê encex heta destpêka sala 2014 bê bilindkirin.

Ev, nirxandinek nû ye. Berê Banka Navendî sîgnal dabû ku bilindkirinek dikare di destpêka sala 2014:an de bibe.

Digel ku ji çar hêlên cîhanê îsal nîșaneyên erênî jî hene li aliyekî din krîza aborî ya li Qibrisê ku li krîzên din yên li Ewrûpayê zêde bû, nehișt ku ev herêm xwe bide hev wek dihat hêvîkirin.

Û li gorî pêșbîniya Banka Navendî, mezinbûna aborî dê piștî havînê bibe û bêkarî jî sala pêșiya me kêm bibe û dakeve %7,8.

Weke hercarê nirxandinên du (2) endamên rêvebiriya Banka Navendî cûda bûn. Lars EO Svensson xwest  fayîzê daxîne %0,5 û Karolina Ekholm jî %0,75.  

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".