Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Li istîfaya Mustafa Omar rexne

Hat weşandin onsdag 17 april 2013 kl 14.25
Carin Jämtin li civîna çapemeniyê.

Her diçe rexne zêdetir dibin li wê ku Omar Mustafa zêde dibe yê ku dawiya hefteyê neçar ma ku ji rêvebiriya partiya Socialdemokraterna îstîfa bike. Lê sekretera partiyê Carin Jämtin ya ku îro hevdîtin bi rojnamevanan re kir bersivek zelal neda ka Mustafa îstîfa ji ber çi îstîfa kir.

Carin Jämtin diyar kir ku șaxê sosyaldemokratên Stockholmê nirxandiye ku biryara hilbijartina Omar Mustafa bo rêvebiriya partiyê zerar daye partiyê û ew jî bi wan re hemfikir in.

- Me piștgirî da șaxê vî bajarê xwe wek em piștgiriya hemû șaxên partiya xwe li hemû bajaran dikin dema pirsgirêkên wan hene, lê biryar ya wan bixwe ye, Carin Jämtin dibêje.

Seroka partiya sosyaldemokratan ya șaxê Stockholmê Veronica Palm êvara șemiyê bi telefonê li Omar Mustafa geriya û ji wî daxwaz kir ku îstîfa bike.

Lê ji nava partiyê bixwe gelek kes rexnegir in ku Omar Mustafa neçarî îstîfayê hatiye kirin bêyî ku rêvebiriya partiyê îddiayên di derbarê wî de lêkolîn bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".