Ji dayik û bavên li malê dimînin re zêdetir pere

Gelek kesên ku niha kar dikin dê ji sala pêșiya me û pêde pereyek baștir wergirin dema ku li malê bimînin ber zarokên xwe. Bi taybetî grûbek sendîkaya LO yên ku dema mayîna xwe ya li malê ji du mehan dirêj dikin șeș mehan dê zêdetir pereyê dayik- û bavîtiyê wergirin.

Ev zêdebûnek bi qasî %10 e ji bo kesên ku meașê wan di ser 37 000 re ye û 180 rojan bi zaroka xwe re li malê bimînin. Ji bo yên ku meașê wan 25 000 e ev dike zêdebûnek 15 000 kronî.

Li gorî peymanek nû di navbera sendîkaya LO û rêxistina kardaran Svenskt Näringsliv hemû yên ku li kompaniyên prîvat kar dikin û beșek karmendên sanayiyê û akademîsyen jî dê ji vê zêdekirinê sûd wergirin.   

Yên ku herî kêm ji vê zêdekirinê kar bikin jî șofêr û karkerên xwaringehan in.

Lê aborîzana neteweyî Gabriella Sjögren Lindquist ku sîgortayên peymanan lêkolîn dike, bawer nake ku ev peyman zêde bandorê li yeksaniyê bike. Ji ber ku guherîna herî mezin piștî șêwirên malan dibin dema dê û bav li ser vê pirsê ligel hev qise bikin.   

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".