Piștî skandala goștê hespan baweriya bi sanayiya xwarinê kêm bûye. Foto: Annika af Klercker/Scanpix

Skandala goștê hespan bawerî kêm kiriye

Piștî skandala goștê hespan baweriya bi sanayiya xwarinê kêm bûye, li gorî encama lêkolînek ku rêxistina kompaniyên xwarinê Livsmedelsföretagen îro belav dike.

Ji dehan șeș kesên ku pirs ji wan hatiye kirin dibêjin ku ew amade ne ku pereyek zêdetir bidin eger kalîteya tiștên xwarinê gerentî bibe.   

Piraniya kesên ku beșdarî vê lêkolînê bûne didin xuyakirin jî ku ew bawer dikin ku kalîteya tiștên xwarinê yên swêdî bi giștî bilind e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista