Wêne: Anders Wiklund/Scanpix

Sedemên qelewbûnê hat dîtin

Genên qelewbûnê
0:11 min

Komek lêkolînvanên navnetewî di binê berpirsîyarîya lêkolînerên Swêd de naha heft heremên genên însan bi qelewbûnê re eleqeder, dîtine. Lêkolînvanan herwaha nîşan dana ku ew mekanîzmeyên irsî ku dibin sedemên qelewbûna giran, dibin sedemên qelwbûna sivik jî.  

– Vi vet sedan tidigare att ärftliga faktorer är viktiga för uppkomsten av såväl mildare som allvarligare former av fetma, men hur stort överlappet är av gener som är inblandade vid extrem fetma respektive normalt eller lätt förhöjt BMI har inte undersökts systematiskt tidigare, säger Erik Ingelsson, professor vid institutionen för medicinska vetenskaper och Science for Life Laboratory, Uppsala universitet, som har koordinerat studien.

--Bi rîya vê lêkolînê me enformasîyonen genê însan mêzekirîye û herwaha me di vir de 7 heremên din ku eleqeya wan bi qelewbûnê re heye dîtiye. Di du re, ji bo me ev heremana li ser sed hezar kesî car din ceribandîye. Berê jî me dizanibû ku faktorên irsî di qelelwbûnê de rolekî grîng dileyîze. Lê berê nehatibû lêkolîn kirin kîjan gen di vir de yên girîngin û kîjan dibin sebebên qelawbûna hindik yan jî ya giran, dibêje professor Erîk Ingelsson di zanîngeha Uppsala da.

Lêkolîn li ser 260 000 hezar kesê di Evrupayê û li Amerîkayê hat kirin û di kovara zanistî Natur de jî hate weşandin.

Di vê lêkolînê de bi qasê sêsid lêkolînvanî cîh girtîye û herwaha gelek rêxistinê lêkolînê jî beşdar bûnê. Ji wan yek ULSAM- lêkolîna li ser mêrên bi emir û PIVUS- lêkolîna li ser jin û mêrên 70 salî li Uppsala. Armanca wê jî herwaha tespît kirina genên ku li ser qeleewbûnê tesîr dike û eleqeyên di navbera wanan de.

Ji berê ve de tê zanîn ku di navbera cuda insanan de bi mîlyonan genên irsî hene û eva jî di hemû deverê de hatîye belav kirin. Bi rîya berhevdayîna 2,8 mîlyonan gen û laşên cuda, bi 168 267 kesî re, herwaha heremên ku genê qelewbûnê tê de hene hatine tespît kirin.

Di dû re 273 genên herî balkêş li ser 100 000 kesî car din hate qîyas kirin û di vir de jî heremên ku berê dihatine zanîn, hatin pîştrastkirin û ji bilî wî jî çar heremên dirêjbûnê û 7 heremên ji bo qelewbûnê nû derkete holê. Professor Erik Ingelsson dibêje ev keşîfa me wê ji bo pak kirina qelew bûna giran gelek alîkar bibe.

--Keşîfa me gelek girîng e, ji ber ku zanyarîya me di derbarê bîyolojîya qelew bûna hindik û giran zêde buye. Encama lêkolînê nîşan dide ku yên zêde qelew in di genê wan bi giştî de zêde heremên bi eleqeya qelewbûnê hene. Yanê çiqas zêde heremên bi rîsk merivekî ji bavûkalê xwe girtibê ewqas jî riska qelebûna giran zêde dibe.

Qelewbûna giran di dinyayê de nexweşîya herî berfireh e û em dizanin ku lêkolîna me wê di pêşerojê de ji bo dermanên li pêşî girtina qelewbûnê û herwaha pak bûnê, alîkar bibe. Lê dermanên ji bo qelewbînê dest pê kirine û naha jî dertên, dibêje Erkik Ingelsson.

--Lêkolîna me nû ye, lê bi alîkarîya gelek lêkolînên din naha jî derman dest pê kirine û derdikevin. Lê ez bawer dikim ku ji bo pêşerojê dermanên nû wê werin pîyaseyê.   

Gere were gotin ku di vê mijarê de hin jî gelek xebat mane. Heger çiqas naha heremên genên qelewbûnê hatibin dîtin jî, hin jî nayê zanîn çima hinek guhertinê di kodê genan de dibe sebebê qelewbûnê, dibêje professor Erik Ingelsson.

Her çiqas qelewbûn dikare taybeteke irsî be jî ev nayê wê mehnê ku meriv nikare bi xwe tesîrê li ser qelewbûna xwe bike.

--Sedemê qelawbîna meriva çi diba bira bibe, bi rîya xarina hêsanî û bi xebata laş hemu kes dikarin tesîrê li ser laşe xwe bike, dibêje profesor  Erik Ingelsson.

Ercan Aras

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".