Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Li skandala goștê hespan xelekên nû zêde dibin

Hat weşandin torsdag 18 april 2013 kl 10.15
Foto: Fredrik Sandberg, Amy Sancetta/Scanpix

Cara yekemîn berî bi sê mehan fena goștê hespan eșkere bibû lê piștî ku diyar e ev yek pir berbelav e, skandal berdewam e. Vê carê jî li Holanda derket ku di nav 50 000 ton goștê dewaran de pir goștê hespan peyda bûye. Swêd jî di nav de, ev goșt li 16 hatiye firotin.

Ji dema ku ev skandal eșkere bûye ve karê daîreya tiștên xwarinê, Livsmedelsverket pir zêde bûye.

Berpirsê beșî yê daîreyê Jan Sjögren dibêje ku ew digel welatên din yên ewrûpî tehlîlên berhemên cûrecûr yên ku li bazara swêdî hene digirin û wan heta niha tehlîlên 100 berheman girtiye ji bo ku bibînin bê goștê hespan di wan de heye. Armanca demdirêj ya vê daîreya kontrolê ya swêdî ev e ku rûtînên xwe baștir bikin ji bo ku fenên bi vi rengî zû keșif bikin.

Sedema ku ev fena goștê hespan evqas berbelav e, ew e ku zincîra bazirganiyê pir aloz e, Jan Sjögren dibêje. Heta ku goșt digihe bikiran, ji gelek destan di pir xelekên bazirganiyê re derbas dibe. Pirsgirêk ewqas pêde çûye ku li Ewrûpayê mafyaya goșt heye yên ku bi tehdîtan destûrên firotina goșt werdigirin û piștre pereyên mezin qezenc dikin bi firotina goștê hespan bi fena ku goștê dewaran e.

Û piștî ku ev skandal evqas mezin bûye, komîsyona karûbarên xweza- û çandiniyê daîreya çandiniyê Jordbruksverket, vexwendiye parlemanê ji bo ku agahiyan zêdetir wergirin, ku ev yek jî tedbîrek gelek awarte ye li gorî Jan Sjögren ê daîreya tiștên xwarinê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".