Foto: Arșîva Radyoya Swêdê

Kêm goriyên șîdeta navmalê tezmînatê werdigirin

Zarokên ku bûne șahidên șîdeta navmalê ji sala 2007’an ve mafê wergirtina tezmînata goriyên tawanî hene. Lê di nava van șeș salan de kêm kesan serlêdanek wiha kirine û ji yên ku serî lêdane jî tenê nîvî, ango 786 kesan tezmînat wergirtiye, li gorî hejmarên nû yên daîreya goriyên tawanî, Brottsoffermyndigheten.

Ji bo ku rewșa zarokên ku bûne șahidên șîdeta navmalî ronîtir bibe, daîreya goriyên tawanî, li ser wezîfedana hikûmetê, vê dema dawiyê 200 polîs û dozger perwerde kiriye.

- Dibe ku șîdet rasterast li lașê mirov nebûbe lê șahidîkirin, dîtin û bihîstina wê bi serê xwe dramek e, berpirsa agahiyê ya daîreya goriyên tawanî, Gudrun Nordborg dibêje.

Rêxistina mafê zarokan Rädda Barnen dide zanîn ku li Swêdê her sal 200 000 zarok dibin șahidên șîdeta navmalê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista