"Daxwaza Federasyona Islamî dewleteke şerîet e". Foto: Dylan Payne, Creative Common

Sosyaldemokrasî û şerîet bi hev re dibe?

Hengameya li ser dûrxistina Omar Mustafa ji partiya Sosyaldemokratan berdewam e. Di medya de gelek nirxandinên dijhev derdikevin û ji gelek aliyan ve muameleya Sosyaldemokratan rastî rexneyên tûj tê.

Lê nêrînên wiha hene ku Federasoyana Islamî ku Omar Mustafa Serokê wê ye baskê Biraderên Misilman yê Swêdê ye û ev rêxistin bi xwe xwediyê îdolojî, bîr û baweriyeke cuda ye.

Berya em behsa îdiayên li ser têkiliya Federasyona Islamî bi Biraderên Misilman û îdolojiya rêxistinê bikin, em li pêşveçûnên dawî yên li ser Omar Mustafa binêrin.

Belê, me got Sosyaldemokrat rastî rexneyên tûj tên ji ber ku wan Omar Mustafa kirin endam û berdanê.

Sekreterê Sosyaldemokratan yê herêma Stockholmê Olle Burell di hevpyevîneke bi Radyoya Swêdê re bersiva rexneyan da û got, Omar Mustafa di bersivên xwe de ne zelal bûye û lewra ew ji partiyê hatiye dûrxistin.

-         Omar hewl da îzah bike ku wî şaşîtî kiriye, lê di heman demê de ew ne zelal bû ku careke din ew ê heman metodê bi kar neyîne. Vê jî kir ku di dawiyê de ev gotûbêj pê ve hate zeliqandin û li hember sûcdariyên din jî êdî hew dikarîbû xwe biparêze.

Serokê Federasyona Islamî Omar Mustafa di kongreya Sosyaldemokratan ya destpêka nîsanê de weke endamekî birêvebiriya partiyê hate hilbijartin, lê bi hilbijartina wî re yekser hin daxuyanî û kampanyayên ku ew û rêxistina wî beşdar bûbûn di çapemeniyê de belav bûn. Û şeş rojan piştî hilbijartina wî ew mecbûr ma ku îstifa xwe bide.

Lê bi îstifaya Mustafa re dawî li gotûbêjan nehat. Roja duşemê ji bo piştgiriya Mustafa xwepêşandanek hate lidarxistin. Paşê 29 Sosyaldemokratên bi xwe çalak nivîsek di Svenska Dagbladet de weşandin û xwestin ku partî lêborîna xwe ji Omar Mustafa bixwaze.

Û sekreterê Sosyaldemokratan yê herêma Stockholmê Olle Burell daxwazên xwestina lêborînê dûrî aqilan nabîne.

Olle Burell radigihîne ku Omar Mustafa niha ne li Stockholmê ye, lê ew dibêje:

-         Ez çaverême ku Omar bibînim û eger bi wî pêwist be ez lêborînê bixwazim. Di hevdîtineke bi wî re ez dikarim vêya bikim.

 

Lê bê çiqas piştgirî ji bo Omar Mustafa tê diyarkirin ewqas jî rexne li wî û taybetî jî rêxistina ku ew serokatiya wê dike, li Federasyona Islamî (Islamiska Förbundet) tê kirin. Di nivîseke Dagens Nyheterê ya îro de seroka berê ya jinên Sosyaldemokrat Nalin Pekgul dinivîsîne ku tu karê Federasyona Islamî ji bo wekheviyê nehatiye kirin, heta berovajî dema ew beşdarî civînên bi gel re bûne rola wan bêhtir neyênî bûye. Pekgul bi berdewamî dinivîsîne ku Federasyona Islamî bi xwe xwediyê bîr û baweriyên sîyasî îdolojîk e û lewra ne di cî de ye ku mirov hem birêvebirekî wira, hem jî yê Sosyaldemokratan be.

Rojnamevan Evin Rubar ji nêzîk ve li rêxistinên islamî û bi taybetî jî Federasyona Islamî  li Swêdê nêrîye û di vî warî de belgefîlmekî wê berya niha di Televizyona Swêdî de hatiye weşandin.

Derberê Federasyona Islamî de Evin Rubar dibêje:

-                 Federasyona Islamî baskê Biraderên Misilman li Swêdê ye. Ew xwediyê heman îdolojî û îdologan e. Ev rêxistineke islamî ya xwediyê îdealekê ye. Utopya dewleteke islamî ye.

Evin Rubar bi berdewamî dibêje:

-         Ev rêxistin xwediyê baweriya mutleq e. Li gor vê baweriyê tenê islamek heye, cî ji şîroveyên din yên islamê re nîne. Baskên din yên islamî li gor vê baweriyê kafir in.  

Li ser karê rêxistinê jî Rubar dibêje:

-         Xebateke Biraderên Misilman refaha civakê ye. Lê aliyekî din yê vê rêxistinê îdeala pîrozgirtina xwefedakirin û şehîdbûnê. Di xebata xwe de ew  cudakariyê têxe navbera jin û mêran, bi temamî xwe ji homoseksualîteyê dûr têxe û şermezar dike, antîsemît e û hedefa esasî ew e ku hiqûqa birêvebiriyê şerîet be.

Weke mînaka dewletên ku Biraderên Misilman lê bûne xwediyê desthilatdariyê jî Evin Rubar mînaka Misirê dide û dibêje îdiaya ku ev rêxistin, yan ev bawerî piraniya misilmanan temsîl dikin û nûnertiya wan dikin ne rast e.

Bi nêrîna Evin Rubar pirsgirêk ew e ku kesên ji vê rêxistinê ne samîmî ne û di raya giştî de rast napeyivin. Rubar dibêje:

-         Eger Omar Mustafa jidil baya û li xwe mikur bihata ku daxuyaniyên ku wî kirine cewherê îdolojiya rêxistina wan e, hingî Sosyaldemokrat û hemû terefên din dê helwêsta xwe li gor wê danîbana. Lê niha zehmet e, ji ber ku ew naxwazin helwêsta xwe zelal û eşkere bikin.

Ev gotinên rojnamevan Evin Rubar bûn, derbarê gotûbêjên li ser Federasyona Islamî de. Bi nêrîna Rubar Federasyona Islamî baskê Biraderên Misilman yê Swêdê ye û ew beşek kêm ji misilmanên Swêdê temsîl dikin.

Kesekî din ku gotinên Evin Rubar tesdîq dike Mele Emîn Narozî ye. Narozî dibêje Federasyona Islamî ku Omar Mustafa serokatiya wê dike rêxistineke nêzîkê fundamentalîzma islamî ya erebî ye û lewra ne îstifa lê mayîna Mustefa dê bêhtir zerar bidaya Sosyaldemokratan.


Fråga
Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".