Foto: Scanpix.

Hejmara qezayên cîyên kar zêde dibe

Ev sê sal in li ser hev hejmara qezayên cîyên kar zêde dibe. Dezgeha Jîngeha Karî (Arbetsmiljöverket) dide zanîn ku par nêzîkê 89 000 giliyên qezayên cîyên kar hatine kirin. Heman awayê qezayan salek berê 82 000 bû.

Ji %40ê qezayên cîyên kar elaqê wan bi bargiraniyê re heye û qeza herî pir di sektora xizmetê de zêde bûne.

Margareta Granda-Berg seroka nûnerên jîngeha karî (arbetsmiljöombud) ya çend restorantan e. Ew dibêje di van salên dawî de rewş xerabtir bûye.

- Xwediyê kar êdî li ciyê kar mirovan nabînin, ew tenê destan dibînin. Lê insan wek ferd ji hev cuda ne û pêwistiyên wan cihêreng in, bes ev cihêrengiyên mirovan berçav nayêne girtin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".