Şaredarî ji bo koçberîya eqrebatîyê alîkarîya aborî dixazin

Di nivîsareke di rojnama Svenska Dagbladet de, 10 sîyasetmedarê şaredarîyan ji hikumatê ricaya alîkarîya aborî dikin, ji bo ku di pêşerojê de bikaribin pêşwazîkirina koçberên ji sedemên eqrebatîyên tên de bikin.

Ew dibêjin ku pereyên ku ji alîyê dewletê ve tê dayîn têrê nake, ji bo ku ew bikaribin karê xwe bi awayekî baş bikin.

Ji bilî wî jî ew di nivîsara xwe de dibêjin; gere di derbarê koçberî û entegrasîyonê de sîyaseteke bêtir mesûl were li darxistin.

Li gor wan, ji sedemên ku alîkarîyeke baş nayê kirin gelek koçber di xanîyên teng de dimînin û di dibistanê de jî, alîkarîya ku ji wan re pêwîst e, nayê kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".