Serokê Rusyayê Vladimir Putin. Wêne: Scanpix

Pêvajoya li Rusyayê Swêd dike binê endîşan

Komîsyona ji bo paraztinê iro rapora xwe dí derbarê rewşa sîyaseta paraztina Swêd de pêşkêşê hikûmatê kir. Di vê raporê de nîşan dide ku komîsyon di analalîza xwe de di derbarê pêvajoya di Rusyayê de bi endîşe ye.

Cecilia Widegren berpirsîyarê komîsyonê di civîna çapemenîyê de awha got:

 

– Siyaseta di Rusyayê de her diçe berbe asteke otorîter diçe. Her diçe mafê merivan ji hole radibin, bandoreke mezin li ser rêxistinê sîvil hene, û herwaha netewepereztî jî her diçe zêde dibe. Evana jî bi 2007 re qîyas ewlekarîyê kêm dike, dibêje Cecilia Widegren.  

Di van 5 salê dawîyê de, eva cara yekemîn e ku kopmîsyonek ji hemu endamên partîyên di meclîsê de analîzekî awha berfireh di derbarê rîsk û tehdîdên li hemberê Swêd, wek raporekî amade dikin.

Komîsyon bi giştî di derbarê demokrasîya Rusyayê de bi endîşe ye û herwaha dibêje mixalefeta Rusyayê jî di rewşeke gelek xerab de ye.

Tê daxuyandin ku Rusya di salê dawîyê de, bi taybetî butçeya xwe ya paraztinê her çuye zêde kirîye û şerê bî Gurcîstanê re jî nîşan dide ku Rusya ji berê zutir dikeve nava şeran.

Li gor Secilya Widegren gere hêzên paraztina Swêd hevkarîya xwe bi welatên Iskandînavîyayê re baştir bike.

U herwha bi Evrupayê re û bi Natoyê re jî hevkarî gere berdewam bike. Lê ew bal dikişine ser û dibêje hevkarîya bi NATO yê re gere neyê mehneya paraztina cîyan.  

Yanê Swêd wê ne mecbur be bikeve nava şerên ku NATO tê de ye.    

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".