Ji %2 xelkê xûgirên lîstikan e. Foto: Erlend Aas/Scanpix

Qanûna pîyango tê guhertin

Hikûmet lê digere ku sûistimalî yan neçêbikaranîna lîstikan kêm bike û lewra dixwaze di qanûna pîyango ango lotteriyê de hejmarek guhertin bike. Yek ji daxwazan ew e ku şertên reklamkirina lîstikên cihêreng bên sînorkirin.

Halê hazir li Swêdê ji %2 xelkê xûgirên lîstikan in û prolemlemên wan yên qumarbaziyê hene. Loma wezîrê maliyê Peter Norman vê weke serêşiyeke civakî bi nav dike.

Lê bi nêrîna wezîrê maliyê şîrketa lîstikên dewletê Svenska Spel berpirsiyariya xwe baş tîne cî û ew dixwaze ku monopola lîstikan di destên wê de bimîne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".