Wêne: Henrik Montgomery/Scanpix

Dê kar pirtir bibe lê bêkarî her dimîne

Li gor pêşbînîyên nû ji daîreya karî, Arbetsförmedlingen bo rewşa bêkarîyê di 2013 û 2014 de,  dê 68 000 kes bêhtir di van du salên bê de bibin xwedan karekî. Daîreya karî ji ber van hejmaran geşbîne û texmîn dike ku dê gelek kes ji grûpên bêkaran derbasî bazara karî bibin.

Di heman dema ku bêhtir bi kar mijûl dibin, daîreya karî texmîn dike ku dê bêkarî her berdewam be . Dê asta bêkarîyê bo 2013 li ser 8,5 % be û sala bê dê 8,3 % be.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".