Şefên jin di hikûmetê de kêmtir werdigrin

Di nav wan deh şefên hikûmetê yê bi miaşên herî bilind in tenê du jin in, lê di nav wan yên miaşên herî kêm werdigirin heft jin in, ev li gor ragihandinên rojnameya Dagens Nyheter. Cûdabûnên asta miaşan di navbera mêr û jinên ku di warên cuda yên dewletî de kar dikin, di van salên dawî de kêm bûye lê her hîna jî ev astengîyeke mezin e.

Dema ku hikûmet bi xwe kar dide kesekî û biryara miaşên wan dide, cudabûnên mezin dikin navbera miaşên jin û mêran de. Û cûdabûna asta miaş bi taybetî di nav şefên dewletî de zêde mezin e. Du ji temamê 10 şefên xwedan miaşên herî bilind jin in.

  

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".