Wêne: Lars Pehrson/Scanpix.

Zarokên bi tenê wê werin ji dervakirin

Gelek zarokên ku ji welatên Evrupayê din tên Swêd, wê li gor peymana Dablînê car din ji para ve werin şandin.

Eva her çendî dadgeha Evrupayê biryar daye ku gere zarok li dervayê  vê peymanê bimînnin.

Fredrik Beijer, ku di Dîreya koçberan de hiquqnas e, dibêje zarokên ku li welatên Evrupayê din îltîca kiribin, wê car din ji para ve werin şandinê wî welatî.

– Eva biryareke ku di welatê Evrupayê de derbas dibe. Ev ji tê wê mehnê, dema ku yekî di welatekî de îltîca kiribe û dewa wî li wir hatibe cerribandin, ew dem eva dikeve nava peymana Dablînê. Ewa welata dikare pirsgireka wî car din gotûbêj bike.

Sala berê Daîreya koçberîyê biryara şandina 400 zarokan kir, lê çend heftîye berê ji derva kirin hatibun sekinandin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".