Xirîstîyandemokrat naxazin zarok ji dayîkê emanet ve werin dinyayê

Dayîkên emanet dikarin li Swêd jî werin serbest kirin.

Gelek jinên ku nikarin zarokan çê bikin, alîkarîyê ji jinên emanet digirin û bi vê rîyê dibin xwedi zarok. Lê belê ava qaîdeya li Swêd qedexe ye.

Ji ber wî jî gelek kes diçin welatên din û bi vê rîyê dibine xwedî zarok.

Anketek ku di nava şaredarîyên Swêd de hatîya çêkirin nîşan dide ku, ji 2007 an vir ve 100 swedî bi vê rîyê bune xwedi zarok.

Ji ber wî jî naha hikûmatê wê lêkolînekî li dar bixe ji bo ku binhêre ka eva metoda wê li Swêd jî serbest bibe yan na.

Le di vî warî de hemû partîyên di meclîsê de wek hev nafikrin. Vensterpartîet û Kristdemokraterna li hemberê vê ne.

Ew herwaha li hemberê destura lêkolînê jî bûn.    

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".