Hevkariya bi NATO re tê berfirehkirin

Hikûmeta Swêdê bi nameyeke ku ji şefê NATO re şandiye daxwaza temrînan dike û diyar dike ku ew dixwaze di nav hêza bilez ya NATO (NRF) de cî bigre. Van agahiyan Wezareta Parastinê ji ajansa TT re radigihîne.

Ji 2008ê ve hikûmetê dixwest tevî hêza bilez ya NATO bibe, lê hingî desteka parlemanê têrê nedikir. Hefteya derbasbûyî Sosyaldemokratan di vî warî de piştgiriya xwe eşkere kirin û lewra niha ji bo serlêdana resmî ya hikûmetê ji bo hevkariyeke berfirehtir tu astengî nemane.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".