25 salan ADHD lê hebû, lê nehatibû teşxîskirin.

Gelek kes bi zanîn xwe birîndar dikin

Di nav van deh salên dawî de hejmara kesên ku bi xwe xwe têşînin zêde bûye. Gelek ji kesên ku xwe birîndar dikin jî nexweş in, lê haya civakê ji wan nîne û doktoran teşxîseke rast li ser wan nekiriye.

Yek ji wan kesên ku gelek caran bi qestî çengê xwe êşandiye Georgios Karpathakis e.

Karpathakis dibêje:

-      Carekê min çengê xwe gelekî êşand, paşê min bi 40 kêlî ew dirût. Wê carê ez pir serxweş bûm û min bi rastî dixwest ez bimirim.

Rêvebiriya Civakî (Socialstyrelsen) radigihîne ku di nav van deh salên dawî de meyla xwebirîndarkirina bi vî awayî %27 zêde bûye.

Karpathakis ku berê gelek caran xwe birîndar dikir dide zanîn ku ji zaroktiyê ve ew diçe psîkolog, lê cara ewil berya du salan doktorekî teşxîs kir ku nexweşiya ADHD lê heye, derman danê û tedawî lê hate kirin. Ji hingî ve ew qet neketiye nav hewldanên xwebirîndarkirinê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".