Polîs dest bi jêpirsîna kesekî kiriye, lê ew înkar dike ku sûc kiriye.

Polîs ser serverên keleş de girt

Polîsê Helsingborg û Stockholmê avête ser serverên keleş yên girêdayî malpera undertexter.se. Ev nivîs di fîlman de weke werger têne bikar anîn û ji ser înternetê tên belavkirin.

Pêşî polîs duh li bajarê Helsingborg avête ser adresekê da ku databasa malperê bi dest bixe. Piştre polîs li Stockholmê jî avête ser adreseke din û kesek bi gumanbariya ku xwediyê malperê ye hate binçavkirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".