Hemwelatiyekî swêdî li Etyûpyayê hate girtin

Mêrek bi esil etyûpyayî ji barjarê Göteborg di dawîya heftîyê de li Ogaden hate girtin û tuşî lêdana giran bû. Ew bi zarokên xwe re çûbû serdana welatê xwe. Ev mêrê ku siyasetmer e di dema xwe ya vala de ji alîyê leşkerên wê herêmê hate girtin, heman herêma ku her du rojnamevanên swêdî Martin Schibby û Johan Persson tê hatibûn girtin.

Li gor birayê mêrê ji Göteborg, birayê wî li pêş çavên zarokê wî hate eşkence kirin. Wezareta karûbarê derve dibêjin ku ew bi rewşa wî agahdarin û ku ew nuha serbest hatiye berdan.       

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".