Wêne: Stig-Åke Jönsson/Scanpix

Bavê zaroka du salî nayê zindankirin

Ew bavê li Eslöv yê bû sebebê mirina zaroka xwe ya du salî, dema wî zarok di siyaryeke germ de ji bîr kir, ji dadgehkirinê filitî û di şûnê de bi sedema mirina kesekî bi hikimê bi merc tên cezekirin.

Ev yeka tê bi wateya ku ev bav ne dikeve zindanê de û ne jî cezeyên peredanê werdigirin.

Di dest pêka gulanê de ev bav zaroka xwe di siyarê de ji bîr kir di ciyê rawestandina siyaran de nêzîkî ciyê karê xwe di şûna ku zaroka xwe bigihîne pêşdibistanê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".