Wêne: Hasse Holmberg/Scanpix.

Zarokên qelew karin bi nexweşîya şekir bin

Bêhtirî her serê şeş zarokî yek li Swêdê ku bi qelewîyê ne hem asta pêşî ya nexweşîya şekir jî, ango diyabetês ba wan peyda dibe. Lêkolîneke mezin jî enstîtûya Karolinskayê ku di rojnameya zanistî ya navneteweyî, International Journal of Obesity de çap bûye vê yekê diyar dike.

Dora 35 000 zarokên bi qelewîyê di temenê du ta 18 salîyê de ji Swêdê û Almanya beşdarî vê lêkolînê bûne.

Ev lêkolîn herweha diyar dike ku bi sê caran bêhtir asayî ye ku zarok li Swêdê xwedan asta pêşî ya diyabetêsê ne danberhev bi zarokên alman re.

Sebeb û hoyên vê yekê çine? Hîna jî yên lêkolîner nizanin, lê hoyeke mumkin kare cudabûna xwarina ku zarok di temenê biçûk de dixwin be. Kare, wekî nimûne derbarê wê be bê zarok di demeke çend dirêj de şîrê diya xwe dixwe, kengî mirov xwarina dirust dide zarokê û awayê bikaranîna firdika zarokan jî.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".