Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Wêne: Christine Olsson / Scanpix.

Polîs kare agahîyên Twitterê ji Amerîkayê werbigire

Bi mercên taybetî polîs kare xwediyê kontoya Twitterê yê nefret li somalîyan kir peyda bike. Li gor yasanas û lêkolînerê yasayên warê IT li zanîngeha Stockholmê Daniel Westman du rê li ber polîs û dozgerê swêdî hene

Di heftîya derbasbûyî de polîs dest ji doza gilîkirina li peyama nijadperestî ya Twitterê berda. Sebeb û hoyên wê li gor polîs zehmetîya peydakirina xwediyê kontoya Twitterê bû ji ber ku serverê Twitterê ne li Swêdê ye lê li welatên yekgirtî yên Amerîkayê ye.

Lê diyare imkanên baş hene bo polîs û dozgerê swêdî di dema lêkolîna tawanekê de ku bizanin bê kî xwedanê konotoyên Twitter, Facebook yan jî Google e, ev li gor yasanas û lêkolînerê yasayên warê IT li zanîngeha Stockholmê, Daniel Westman:

Di heftîya derbasbûyî de polîs dest ji doza gilîkirina li peyama nijadperestî ya Twitterê berda.  Sebeb û hoyên wê li gor polîs zehmetîya peydakirina xwediyê kontoya Twitterê bû ji ber ku serverê Twitterê ne li Swêdê ye lê li welatên yekgirtî yên Amerîkayê ye.

Lê diyare imkanên baş hene bo polîs û dozgerê swêdî di dema lêkolîna tawanekê de ku bizanin bê kî xwedanê konotoyên Twitter, Facebook yan jî Google e, ev li gor yasanas û lêkolînerê yasayên warê IT li zanîngeha Stockholmê, Daniel Westman:

-Piranîya caran qeydên şirketan hene yên derbarê agahdarîyên ku karin bo polîs bi fayde bin. Lê piştre şirket bi xwe biryarê didin bê çi agahdarîyê bidin polîs û dezgehan.

Di destpêka tîrmehê de bû dema keçeke pênc salîku bi eslê xwe ji Somalîya bû li ber golekê mirî hate dîtin. Polîs dibêje gûman hene ku keçik hatibe kuştin. Rojnameyekê ev nûçe belav kiribû û kesekî jî peyameke wiha di Twitterê de nivîsandibû:

”Êdî çi bûye yanî! Somaliyek ji Swêdê kêm bû… Ox.”

Hinekan giliyê vî kesî kiribûn ku ew li hember mirina keçeke pênc salî peyamên kêfxweşiyê belav dike.

Lê polîs dest ji lêkolîna vê dozê berda ji ber li gor wan peydakirina kesê ev peyam nivîsanîye bi zehmet e ji ku server li welatên yekgirtî yên Amerîkayê ye. Yasanasê warê IT, Daniel Westman dibêje bi dirustî ne bi vî awayî ye. Polîs û dozgerê swêdî karin agahdarîyê peyda bikin lê bi mercên taybetî:

-Bi xwe du rê hene bo polîs û dozgerê swêdî . Ew karin yekser berê xwe bidin van şirketan û têkilîyê bi wan re deynin û ta sînorekî lê binerin eger ev merc ji mafê wan e ku yekser agadharîyê bidin dezgehên swêdî. Rêya din jî ew ku yekser têkilîyê bi dezgehên amerîkî re deynin û daxwaza alîkarîya yasayî ji wan bikin da ku ev şirket agahdarîyê bidin wan.

Lê merc û şertên hene bo dana agahdarîyê jî, ne bes e eger bûyer tenê li Swêdê tawanek cezebar be:

-Bo ku dezgehên amerîkî bixwazin alîkarîya dezgehên swêdî bikin di rewşên bi vî awayî de wê demê divê bûyer her li Amerîkayê jî wekî tawaneke cezebar bên bên jimartin.

Li gor Daniel Westman di vî warî bi xwe de nerînên yasayî wekî nimûne di doza derbarê keça somalî di her du welatan de kare ne wekhev be:

-Qaydeyên amerîkî yên derbarê rewş û şertên di navbera azadîya derbirîn bîrûbawerîyê û nefreta li dijî grûpeke xelkê kare berfireh be û piçekî bêhtir bi ser azadîya derbirîna bîrûbawerîyê ve here, ji ber wê jî li Amerîkayê ev bûyer kare wekî tawanekê hesab nebe.

Lê her li Swêdê jî ya belkî bi qaydeyên xwe yên tund di vî warî de hatîye naskirin, li gor Daniel Westman, her ev rewşa kare di navbera her du sînoran de be. Tawana nefreta li dij grûpeke xelkê yan tenê wekî karekî xirab lê bên nerîn:

-Texmîneke mezin heye ku ev ev rewş li Swêdê bêhtir ji welatên yekgirtî yên Amerîkayê wekî tawan hesab bibe.

Îca bo polîsê swêdî û karê peydakirina agahdarîyên derbarê kontoya li ser internetê, ev derbarê nerîna yasayî ya amerîkî di vî rewşê de ye bê eger ev bûyer tawan e yan na, bêhtir ji wê eger server bi xwe li Amerîkayê be.

Pirsa tawanên nefretê, nijadperestîya li ser internetê yan rûmetşikandina kesekî yan miletekî li Swêdê di vê dema dawî de û piştî çend bûyeran nav bi wan ketîye gelekî hatîye şîrove kirin.

Doh jî birîyarek hat ji alîyê hikûmetê ve ya dibêje ku dezgeha pirsên ciwanan dê hewil dibe acizkirin û rûmetşikandinan li ser internetê rawestîne. Ew jî bi rêya karê pêşîlêgirtinê û alîkarîya wan ciwanên bûne qurbanên van bûyeran.

Li gor wezîra wekhevîyê Maria Arnholm, ev acizkirinên cidî yên hem li ser internetê dibin û hem jî di rojana me tadê li bawerîya bi civakê dikin û demokrasîyê dihejînin.

Tenê di vê dema dawî çendîn rewşên cidî yên di vî warî de rû dane, wekî nimûne rûmetşikandina lîstikvaneke fotbolê, doza bi navê Instagramê hate naskirin li Göteborg û nuha jî doza derbarê rûmetşikandina keça somalî û miletê somalî li ser Twitterê.

Wezîra wekhevîyê Maria Arnholm dibêje ku hikûmet biryar daye 4 milyon kron deyne li ser projeyên di vî warî di demeke dusalî de û hevkarî di navbera dezgehên cuda de bingeh e:

-Dezgeha pirsên ciwanan dê hevkar be û amojgarîyê ji dezgeha polîsê seranserî û dezgeha dewletî ya pirsên medya û çapemenîyê, û herweha warên pisporî yên din jî werbirgire. Arnholm dibêje em divê bi hev re kar bikin û ev alîyên cuda dê bi hev re alîkar bin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".