Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Rêbername li ser pirsên cinsî

Gelo dema ku krîza dilî li yekî dixe piştre tu guhertin di jiyana wan ya cinsî de derdikevin holê? Li ser vêya heta niha tu lêkolînên berfireh nehatibûne kirin.

Lê niha lêkolerên Zanîngeha Linköping û Amerîkayê rêbernameyek nivîsandine. Di rêbernameyê de qaîde hatine nivîsandin bê gereke lênerîn bi çi awayî miamele bi pirsên cinsî re bikin.

Wek nimûne doktor bi xwe wê ji nexweşan bipirsin bê halê wan yê nav nivînan çawa ne û wê berpirsiyartiyê di stuyê nexweşan de nehêlin.

Û bi nêrîna Ann Sannegård li nexweşxaneya Danderyd ev gaveke baş e:

- Gelek bi fikarin ku çûna nav nivînan dikare bibe sedema krîza dil. Ez bawerim ku qaîdeyên bi vî awayî wê karê me hêsantir bike ku em bikaribin bi awayekî normal bi nexweşan re biaxivin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".