Kontrola ser bêkaran zêde dibe

Piştî heyvekê di kaseya bêkariyê a-kassan de guhertinên mezin têne kirin. Divê her heyv kesên bêkar raporeke nivîskî radestî Daîreya Karî (Arbetsförmedlingen) bikin bê ew bi çi awayî li kar geriyane. Û eger ev neyê kirin pereyên ku ji mirov re tên dikarin bêne birîn.

Katarina Mattsson li rêxistina hevbeş ya kaseyên bêkariyê şefa sîgortayan e:

- Divê haya me jê hebe ku ev guhertineke mezin e. Hikûmetê em wezîfedar kirine û ji bo ku em ji bin vî barî rabin me derdorê 150 karmendên nû girtine kar.

Parlemanê îsal biharê qerar dabû ku di sîgortaya bêkariyê de ev guhertin bêne kirin û ev tên mana jidandina kontrola bêkaran. Lê li gor Katarina Mattsson di destpêkê de tedbîrên cezakirinê wê zêde ne jidandî bin.

- Ferqa navbera van guhertinan ji sîstema berê ew e ku tedbîrên cezakirinê bi hişyariyekê dest pê dikin. Kesê ku li kar digere bi vî awayî tê agahdarkirin û îmkana wî heye ku xeletiya xwe serrast bike.

Yanî bi vê guhertina ku wê ji 1:ê îlonê, ango destpêka meha neh û pê de derbas bibin tedbîrên cezadanê wê ne bi yek carê lê gav bi gav bêne zêdekirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".