Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Doza Quick ji bo dadweriya Swêdê felaket e

Hat weşandin onsdag 31 juli 2013 kl 14.40
Thomas Quick, bi navê xwe yê niha Sture Bergwall. Foto: Yvonne Åsell / Scanpix.

Thomas Quick ku navê xwe guhertiya û xistiye Sture Bergvall ji doza dawî ya kuştinê jî beraet kir.

Quick berî niha ji ber heşt kuştinan hatibû mehkûmkirin, lê di van çar salên dawî de heft ji van kuştinan ji stuyê wî derketibûn û ew ji wan hatibû beraet kirin.

Kuştina herî dawî ya ku îro ew jê bêsûc hate dîtin derbarê xortekî 15 salî de bû ku di sala 1976ê de li Piteå winda bûbû û piştî 17 salan hatibû dîtin. Weke bersûcê vê kuştinê di sala 1994ê de Thomas Quick hatibû mehkûmkirin.

Parêzerê Quick Thomas Olsson dibêje bi vê biryarê re dosya miwekîlê ya hiqûqî tê girtin û ew ê ji niha û pê de hewl bidin lênerîna mecbûrî jî bê rakirin.

Di sala 2008ê de Thomas Quick di belgefîlmekî Televîzyona Swêdê de derketibû û gotibû: "Ew kuştinên ku ez ji ber wan hatime mehkûmkirin min nekirine. Û ew kuştinên ku ez li xwe mikur hatime ku min kirine jî bi rastî ne min kirine."

Lixwemikurhatinên Quick yên berê di demekê de hatibûne kirin ku wî gelek derman dixwarin. Lê ji ber ku tu caran şopa tiliyên wî yan DNA derneketin gelek guman hebûn ku dadgehê hukmekî nerast dabû.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".