Şîrketên xaniyan agahiyên kirêdaran qeyd dikin

Herçend neqanûnîye jî gelek şîrketên xaniyan li seranserê Swêdê zanyariyên di heqê kirêdarên xwe de berhev dikin.

Li gor nûçeyeke televîzyona swêdî şîrket gelek caran derbarê tendurustiya kirêdaran de û carna jî agahiyên mîna nirxandinan qeyd dikin.

Di destpêka salê de jî derketibû holê ku şirketên xaniyan yên li Göteborg zanyariyên hesas yên kirêdaran qeyd kirine. Ji ber vêya giliyê wan hatibû kirin ku ew bi vî awayî  qanûnê binpê dikin, lê di nûçeya dawî de diyar dibe ku ev bêqanûnî ji aliyê şîrketan ve hê jî tê kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".