Kesê kuştî li devereke xaniyan hatibû dîtin. Foto: Niklas Luks/Blåljus.se

Ji ber kuştina zalimane doz hate vekirin

Di destpêka gulana îsal de li malekê li bajarokê Boxholm ku dikeve navbera Norrköping û Jönköpingê de kesekî 40 salî piştî lêdan û derbê kêran hatibû gurandin.

Ji ber vê kuştina zalimane kesekî 22 salî niha tê tawanbarkirin û doz lê hatiye vekirin. Li gor doktoran dibe ku ev kesê ku doz lê hatiye vekirin ji aliyê rûhî ve nexweşiyeke wî ya giran hebe, lê heta niha miayeneya hiqûqî nehatiye kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".