Wezîrêedaletê Beatrice Ask (M) och Thomas Quick

Mesela Thomas Quick di edaleta Swêd de sakandaleke mezin e

5:29 min

Bi ilan kirina bê sucbuna Sture Bergwall ya iro ve, ew herwaha ji 8 kûştinan, ku ewî berê dabû ser xwe, hat azat kirin. Li gor dozgerê giştî Anders Peklev eva di edaleta  Swêd de skandaleke mezin e. Wezîrê edaletê Beatrice Ask naha lêkolînek di vî derbarî de li dar xistîye.   

– Emê naha lêkolînekî di derbarê van dozan de li dar bixin ka di ku de şaşitî çê bûye. Şasîtî di psîkîyatrîya edlî da û di lenêrînê de ye, di karê polês de ye, yan di sîstemê de ye. Gelek girîng e ku derkeve holê. Dema ku em di vî derbarî de zelalbûn, eme îja li ser çareserîyan bifikirin, dibêje ew.  

Heger çiqas îlan kirina bê sucbûna Sture Bergwall gelekan dike nava fikiranddinên mezin, ew bi xwe gelek kefxweş e.

– Eva ji min re rehetîke gelek mezin e. Wek hun dizanin eva pêvajoyeke gelek dirêj bû. Pirs di nava gelek rêxistinan de dihat û diçu. Lê naha ez xwe wek azad hîs dikim û gelek jî kêwhîs im, dibeje Sture Bergwall, bi navê teze.  

Ew dibê zemanê heye naha gelek bi zehmet û bi xemgîni bû.

– Min bi xuşk û birayê xwe re xeber da û ez gelek girîyam. Eva biryara ku naha dozger daye, biryareke heyatî ye. Ku dozên 8 kuştinan ji ser min rabûne bê guman tiştekî pir xweş e, dibêje ew.

  

Sture Bergwall ku naha 63 salî ye, di sala 1991 de ji sedemê rehîn girtina malbatekî di dema şêlandinekî de, hatibû girtin û ji wê vir ve jî ji bo lênêrîna psîkolojîk di nexweşxaneyê de dima. Lê ew hê di sala 1970 de ji sedemê dest dirêjkirina cinsî li ser kurikên piçuk jî hatibû lênêrîn.

Dema ku ew di nexweşxaneyê de bû ewî dest pê kir û gelek cinayet da ser xwe. Herwaha ya Zelmanovitz jî.

Lê sala 2008 an ewî ji reporterekî televîzyona Swêd Hannes Råstam re got ku ew bê guhne ye.   Di du re pêvajoyeke dirêj ji bo berdana wî dest pê kir. Di serî de ew di 2010 de ji kuştina Yenon Levî hemwelatîyê Israel di sala 1988 de hat bê suc kirin.

Û naha ew bê sucbûna wî ya Carls Selmanoviz ve herwaha  ji bo 8 kuştinan be guhne hat îlan kirin.

Eva di hiquqa Swed de tiştekî yekane ye û herwaha skandaleke mezin e, dibêje dozgerê giştî Anders Peklev.  

Ew dibêje di van hemû dozan de tu delîlê teknîkî yan jî şaade nînin, lê dîsa jî ev kesa sucdar kirine. Wusa xuyaye ku ew kesên ku li dewê mêze dikirin di derbarê sucdarîya wî de bê şik bûn. Ew dibêje, kêmasîyeke mezin ew e ku tu kesekî li delîlê dozger nenihêrîye. Dew di navbera hinek kesan de û di heremeke girtî de maye.

Wezîrê edaletê Beatrice Ask dibeje eva jî nîşan dide, dema ku yek sûcekî qebul dike û dide hustîyê xwe, gere meriv ew dem jî bi awayekî şik li meselê bimeyzîne.

– Di vî kare lêkolînê de gelek girîng e ku meriv li ser rewşeke awha bifikire û ka dema yek sucekî dide ser xwe merv bi çi awayî li hember vî bisekine, kijan pirsab jê bike ku şaşitî dernekeve, dibêje Beatrice Ask.

   

Li gor dozgerê giştî Anders Peklev ew kesên ku di vê dewê de xeletî kirine wê nikarbin werin eşkere kirin, ji ber ku naha 10 sal di ser biryar dayînan re derbas bûye û herwaha doz ji demmirî bûye. Lewma sucdarkirina hinek şexsan be feyde ye, dibeje ew.

Li gor wî gere di hinek dozên  grîng de dozger ji yekî bêtir bin û gere kêmsîyê di vir de werin eşkere kirin ku car din tiştên awha nebin li Swêd. Ew dibê ew nefikirîne ku di derbarê van dozan de lêkolînên bêtir bikin lê ew di lêkolîna ku wê ji alîye wezareta Edaletê ve were kirin de tu pirsgirekekî nabîne.  Sture Bergwall jî di wê fikrê de ye.  

– Lêkolînek ji bo vê pêwist e û ez hevîya wê me. Gere  lêkolîn bala xwe bi kurayî bide ser karê polês û karê psîkîatrîya edlî. Ez hêvîdarim ku lêkolînê wê kesên sucdar derxe holê ji bo ku şasîtîyên awha car din çê nebin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista