Sture Bergwall, bi navê xwe yê berê Thomas Quick

Wê niha çi bi Sture Bergwall bê?

Duh diyar bû ku Sture Bergwall bi navê xwe yê berê Thomas Quick ku ji ber heşt kuştinên cuda hatibû mehkûmkirin beraet dike. Lê dîsa jî ew li nexweşxaneya psîkîyatriya edlî ya Säter girtiye û pilaneke serbestberdana wî li ber destan nîne.

Bes şefa nexweşxaneya ku Sture Bergwall ji salên 90î ve tê de girtiye Susanne Nyberg:

Şefa nexweşxaneyê dibêje ji ber ku niha sûcên kuştinê ji stuyê Bergwall derketine ew ê nirxandineke nû li ser xeternakiya wî bikin û paşê li awayê lênerîna wî meyzênin.

Heçî Sture Bergwall e wî zûde daye zanîn ku baweriya wî bi nexweşxaneya Säter nemaye û ew dixwaze ku ciyê wî ji wir bê guhestin.

Duh Sture Bergwall ji doza heştemîn û dawî ya kuştinê ku ew ji bo wê hatibû mehkûmkirin jî beraet kiribû.

Ji gelek aliyan ve doza Bergwall weke skandala herî mezin ya dadweriya Swêdê tê binavkirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".