Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Çavdêrîya sînorên Yûnanê bihêztir bûye û rê li ber penaberan digire. Wêne: Scanpix.

Sînorên asê astengî ne di rêya penaberên sûrî de

Kêmtir penaber sînoran derbas dikin
6:17 min

Çavdêrîya sînorên başûrê Ewrûpayê rê ji penaberên sûrî re venake da ku bigihêjin ciyekî parastî. Ev li gor dezgeha koçê, Migrationsverket, bûye sedama kêmbûna hejmara penaberên sûrî yên xwe digihînin Swêdê. Şerê demdirêj li Sûrî hiştîye ku dezgeh bi dana mafê rûniştina daîmî bifikire bo penaberên sûrî yên van sînorên asêkirî derbas dikin.

-Şefê pirsên çapemenîyê li dezgeha koçê Fredrik Bengtsson dibêje berîya her tiştî em ji bîr nekin ku me pêşbînîyên xwe daxistine ta 45 000 kesî ya her dike hejmareke bêhtir ji nifşên berîya nuha, ji bilî di dema krîza herêma Balkanê di salên 1990 de.

Lê hoya sereke bo kêmkirina hejmarên di pêşbînîyên me de ew ku berîya her tiştî Yûnan çavdêrîya sînorê xwe yê ji derve ve bihêztir kirîye û ev yeka rewş bi bo hem penaberên sûrî û hem jî yên afganî zehmetir kirîye ku derbasî Ewrûpayê bibin. Me li Swêdê jî bala xwe daye vê yekê û encamên wê ew e ku hejmara penaberên ji Sûrî kêmtir bûne.

Şerê dijwar li Sûrî hiştîye ku bêhtir kes ji malên xwe birevin û berê xwe bidin derveyê welat. Netewyên yekgirtî berîya nuha bi çend rojekî daxuyanîyek da tê de daxwazîyek kir ku tucarî berê nekirîye, daxwaza 34 milyar kron kir wekî alîkarî bo miletê sûrî yê sîvîl.

Lê herçend rewş îro roj bo miletê sûrî dijware jî her tên payin ku dê kêmtir penaber ji Sûrî bên bo Swêdê. Ev li gor Christer Zettergren, şefê pirsên cîhanî li dezgeha koçê:

-Em karin vê yekê tesbît bikin, dê ne wekî texmîn û bawerîyên me be, gelek ji miletê sûrî dê neyên bo Swêdê.

Dezgeha koçê di meha çaran, nîsanê de rapora xwe pêşkêş kir û tê de eşkere kir ku pêşbînîyên wan diyar dikin ku dê nêzîka 18 000 penaberên ji Sûrî di hindirê 2013 bên bo Swêdê. Û nuha pêşbînîyên nû pêşkêş dikin û tê de diyar dikin ku dê hejmara penaberên ji Sûrî kêmtir be ji texmînên wan berîya nuha dikirin.

Sebeb û hoyên vê guherînê ew e ku hem bo penaberên sûrî û hem jî bo yên afganî bi zehmetir bûye ku di sînorên Yekîtîya Ewrûpayê de derbas bibin, çavdêrî û kontrol li gelek sînorên welatên yekîtîyê tund û xurtir bûne.

Tên bawer kirin ku dê di vê salê de 45 000 kes ji Sûrî daxwaza mafê penaberîyê li Swêdê bikin, ev hejmara bi 9 000 kêmtir e ji texmînên ku dezgeh dikir. Di heman demê de jî hejmara daxwaza mafê penaberîyê ba dezgeha koçê her berdewam e û zêde dibin danberhev bi salên berê re.

Lê mesela tundkirina kontorlên sînorên Yekîtîya Ewrûpayê li gor daxwaza yekîtîyê ye û ji alîyê yekîtîyê bi xwe ve tên fînansekirin. Fredrik Bengtsson ji dezgeha koçê careke din:

-Yekîtîya Ewrûpayê bi xwe xwestîye çavdêrîkirina sînorên xwe yê derve bihêz bike û bo wan kesên bi pêwîstîya parastinê ne û dixwazin bi qaçaxî derbasî Ewrûpayê bibin bandoreke mezin dike.

Ev tundbûn û bisînorkirin tên texmîn kirin ku ji bandora partîyên dijbiyanîyan hatîye û bandora wan li siyaseta hikûmetên welatên mîna Yûnanê, ya tê de nifşên penaberan derbasî Ewrûpayê dibin.

Fredrik Bengtsson, şefê pirsên çapemenîyê li dezgeha koçê dibêje di rewşa îro de ev tevgerîn û karê asêkirina sînorên derve nelirê û nemaqûl e:

-Ku Yekîtîya Ewrûpayê îro sînorên xwe bihêz dike di heman dema ku mezintirîn felaket û reva penaberan ji dema Rwanda yê de li dar e piçekî nemaqûl paradoksal û nemaqûl e.

Lê herçend ku derbasbûna sînorên Ewrûpayê bi zehemt bûye her dîsan jî Swêd hejmareke zêde bilind ji penaxwazan pêşwazî dike. Par 44 000 kes mafê penaberîyê li Swêdê wergirt û vê salê temxîn hene ku ev hejmar dê bi 1000 kesî bilindtir bibe.

Piranîya penaberên mafê penaberîyê li Swêdê werdigirin ji Sûrî ne, di rewşa îro de hemû penaberên ji Sûrî tên mafê rûniştinê werdigirin lê ne ya daîmî. Li gor Fredrik Bengtsson ji dezgeha koçê ev rewş kare di demeke nêzîk de bên guherîn:

-Em nuha lê dinerin bê eger em dê her bi dana mafê rûniştina demsînorkirî berdewam bin yan jî eger em dê yekser û tenê mafê mana daîmî bidin penaxwazên ji Sûrî.

Rewşa li Sûrî gelekî dijware û di halê hazir de em bawer nakin ku rewş dê di demeke nêzîk de baştir bibe. Îca li dû van texmîn û bawerîyan me sebeb û hoyên cidî hene em di guherîna vê biryarê bifikirin û di şûnê de mafê mana daîmî bidin.

Ev biryar dê kengî bê û ji kengî ve destpê dike, Bengtsson nuha bi dirustî nikare bêje lê bawer dike dê piştî mehek yan du mehan be di destpêka payizê de.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".