Perwerde tesîrê li sihetê dike

Kesên ku xwediyê perwerdeyeke baş in ji kesên kêmxwende saxlemtir û bêhtir dijîn. Li hin taxên cuda li heman bajarî carna yên bi perwerde neh salan zêdetir dijîn. Îcar li herêma rojavayê Götaland niha wîlayet lê digere ku vê ferqê ber bi hev bînin.

Li wir ev çend sal in ku Komîteya siheta Gelî (Folkhälsokommitté) di nav xebateke berfireh de ye. Serokê komîtê Jan Alexandersson yê ji Partiya Çep e.

-         Wek nimûne divê em li navendên malbatan binêrin. Lazim e em hê zû bi zarok û ciwanan re elaqedar bibin da ku li dibistanê serêşî ji wan re dernekevin. Û hê zû divê alîkariya zarokan bê kirin, şertên jiyanê ji bo wan bên xweşkirin da ku ew bikaribin li dibistanê ji heq xwe derkevin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".