Bi dijwarbûna şerê li Sûrîyê re Swêd jî rengê alîkariyê gav bi gav diguhere. Foto: Google maps

Swêd alîkariya ku dide Sûrîyê zêde dike

Hikûmeta Swêdê biryar da ku 42 milyon kronên nû alîkariya aborî bide gelê Sûrîyê.

Parek mezin ji van pereyan wê biçe ji avakirina wan ciyên ku ne di bin kontrola rejima Sûrîyê de ne. Beşek din jî wê biçe ji bo destekdana mafê mirovan û demokrasiyê.

Di destpêkê de alîkarîya Swêdê diçû ji penaberên ku pêwistiya wan bi xwarin û vexwarinê hebû, paşê bi xerabbûna rewşa Sûrîyê re gav bi gav rengê piştgiriya ji Swêdê wergeriya avakirina bingehekî demokratîk, binesazî û sîstema dadweriyê.

Lê heta niha jî para herî mezin ya desteka Swêdê diçe ji alîkariya insanî re.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".