Xortekî bi alaya qereçiyan.

Sibê fermana qereçiyan tê bibîranîn

Sibê 2ê tebaxê li meydana Raoul Wallenberg li Stockholbê ji bo cara çaremîn 3000 romanî ango qereçiyên ku di şerê cîhanê yê duyemîn de di heman rojê de hatibûn kuştin tên bibîranîn.

Însiyatîfgirê vê bîranînê Domino Kai ye:
– Bi vê rêwresmê em dixwazin qurbaniyan, xizmên wan û yên ku ji fermanê filitîne bibîr bînin. Pir kêm behsa komkujiya romaniyan tê kirin û em dixwazin balê bikişînin ser vêya. Ji ber ku civak bi xwe ser nasekine mecbûr vê bîranînê em bi xwe bikin.

Nayê zanîn bê bi tevahî çend romanî di şerê cîhanê yê duyem de hatine kuştin. Lê li kampa naziyan ya mirinê Auschwitz nêzîkê 20 000 romanî êsîr dihatine girtin û di şeva navbera 2 û 3:ê tebaxa 1944 de 3000 ji van bi gaza jehrîn hatine kuştin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".