Di xwepêşandanê de du kes hatine binçavkirin

Li dijî Rûsya xwepêşandan

Berya du mehan, di destpêka meha şeşê de hikûmeta Rûsya qanûneke li dijî homoseksueliyê pejirandibû. Duh li hemberî vêya derdorê 200 kesan, li Stockholmê li hember sefareta Rûsyayê xwepêşandinek li dar xistin û du kesên ku ketibûn hewşa sefaretê de ji aliyê polîsan ve hatibûn binçavkirin.

Ji aliyekî din ve sala bê Lîstikên Olîmpîyadê li Rûsya pêk tên û yek ji daxwazên xwepêşanderan ew bû ku Swêd wekî protesto beşdarî olîmpiyada li Rûsya nebe.

Lê serokê Komîteya Olîmpîyadên Swêdê (SOK) Stefan Lindeberg ji bo ku ew beşdarnebin tu pirsgirêkan nabîne.

- Ji bo Komîteya Olîmpîyada Navnetewî (IOK) pirseke tayînker e dewletek bi awayekî birêkûpêk û di çarçoveya mafê mirovan de bikaribe mazûlvaniya Lîstikên Olîmpîyadê bike.

Stefan Lindeberg bi berdewamî dibêje ku ew bi lîstikvanên swêdî re li ser vê babetê neaxiviye loma bê ku etnîsîte yan meyla cinsî berbiçav bê girtin mafê herkesîye ku bikaribe nûnertiya welatê xwe bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".