Foto: Fredrik Sandberg/Scanpix

Zarokên dêûbavên bi xwendina nizim kêmtir dixwînin

Gelek kesan serî li xwendina zanîngeh û li dibistanên bilind dane da ku payîzê ew li wir perwerdeyê bibînin.  Lê pirsgirêkek ku ji berê de heye, berdewam e û her meztir jî dibe. Hejmara ciwanên ku xwendina dêûbavên wan nizim e û serî li xwendina bilind didin kêm e.

Bi mebesta ku ciwanên dudilî qanî bikin ku serî li xwendina zanîngehê bidin dezgeha bi navê Akademiya Havînê (Sommarakademin) li Malmö di nav hin hewldanan de ye. Wek nimûne ew bi ciwanan re diaxivin û semîneran li dar dixin.

Yek ji wan kesên ku di vê projeyê de cî digre profesorê karê civakî li Zanîngeha Malmö Philip Lalander e:

- Eger mirov li ciyekî wiha mezin bibe ku tu kesê danûstandina mirov pê re heyî neçûye zanîngehê û gelek ji nasan bêkar in mirov bi xwe jî dikare di rewşeke wiha de bêhêvî bibe. Ev derdora mirov di nav de dikare tesîrê bike bê mirov bi çi çavî li xwe dinêre û çi îmkanan dibîne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".