Vîza nedanê

Swêd vîza neda hunermendê ji Sûriyê

Gerek bû ku îşev hunermendê ji Sûriyê Omar Souleyman û koma xwe beşdarî festîvala bi navê Stockholm Music & Arts bûbane, lê ji ber ku Swêdê vîza nedayê konsera wî hate betalkirin. Li gor amadekarê festîvalê Niklas Herrström ji ber gumanên ku ew li vir doza mafê penaberiyê bikin vîza nedane xwe û ew nerazîbûna xwe nîşan dide.

– Omar Souleyman hunermendekî bi nav û dengê, li cîhanê tev digere û konseran dide. Berî niha jî ew hatiye Swêdê û piştî Swêdê deh konserên wî yên din veqetandîbûn. Ew debara xwe bi gerê û dana konseran dike. Nedana vîzayê biryareke tam ehmeqî ye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".