Li rewşa xebatkarên çîlekan tê nêrîn

Rêxistina Swedwatch wê du hefteyan li seranserê Swêdê li erdên berik û çîlekan bigere û binêre bê rewşa emeleyên ku wan diçinin çawa ye. 

Duh nûnerên Swedwatch çûn serdana erdekî li bakurê Uppsala û niha berê xwe dane Söderhamn û Dalarna.

Ev çend salin gazin têne kirin ku karkerên ku piranî ji dewletên derve têne çinîna berik û çîlekan, li Swêdê di şertên pir dijwar de dixebitin, wek nimûne bê ava diherike û cîyê destavê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".