Polonya gumanbarekî radestî Swêdê dike

Zilamekî 36 salî ku bi gumana kuştina jinekê li Trollhättan tê gunehbarkirin, wê ji Polonya radestî Swêdê bê kirin. Li gor nûçeyekê Aftonbladetê dadgeheke Polonya îro ev biryar standiye. Yanî di nava deh rojan de dibe ku ew li Swêdê be.

Zilamê gumanbar berya niha di Facebooka xwe de nivîsandibû ku li welatekî Ewrûpa ew ê xwe radestî sefareteke swêdî bike da ku gumanên ji ser safî bibin û hefteya din çûbû sefareta swêdî ya li paytexta Polonya Warszawa.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".