Wêne: Alexander Gagliano / Sveriges Radio

Meqamên resmî agahîyên gel difiroşin

5:26 min

Gelek meqamên dewletê agahiyên di derbarê gel de bi navê prencîba eşkerebûnê difiroşin. Wek nimûne Daîreya transportê-Transportstyrelssen 30 milon kiron di van salê dawîyê de qezenc kirîye. Lê wusa xuya ye ku sekinandina li hember girtina belavbna agahiyan gelek zehmet e. Oskar Öholm serokê gruba partîya Moderatan û herwaha berpirsîyarê komisyona kesên sîvîl di meslîsê de dibêje gere Daîreya çavdêrîya kompiyûtiran li vî binhêre.   

– Hemu kes ji bo vî rexnegirin û difikirin ku, gere meqamên dewletê vekirîbin û prensîba resmîyetê derbas bibe, lê di alîyê din de wek hevwelatî meriv naxaze ku agahîyên di derbarê merivan de, bê zanyarîya meriv, bi awayekî ticarî were firotan. Ez di wê fikrê deme ku gere Daîreya çavdêrîya kompiyutiran li vê mêze bike û binhêre ka rewş çawa ne, dibêje Oskar Öholm.

Di malpera Daireya transportê de dinivîsîne: heger ku hun li adresan yan jî agahîyen din ji bo reklaman digerin, em dikarin ji we re alîkar bibin. Yanê di malpera wan de bi awayekî vekirî dibêje ku meriv dikare agahihan bikire.

Li gor rojnameya Dagens Nyheter, ji bilî Daîreya transportê Daîreyên ku agahîyên şexsî dififoşin, Daireya şirketan-Bolagsverket, Daîreya zikatê Skattemyndigheterna û Daîreya xwendekarîyê CSN e.

Li gor prensîpa eşkerebûnê, meqamên resmî mecbûrin agahîyan bidin. Prensîpa eşkerebûnê tê wê menê ku gere kar û ewraqê hikûmatê, şaredarîyan û yên meqamên din yên resmî, heya ji dest te, ji gel re vekirî bin. Ji ber wî jî heqê gel e ku bikaribin ewraqên resmî, wek biryarê dadgehan û yan jî biryarê rêxistinên din bi dest bixin û naverka wan fêr bibin.   

Lê li gor Anna Hörnlund ku di Daîreya Kompiyûteran de hiqûqnas e, firotina agahîyan bi awayekî ticarî tiştekî gelek ecêb e. Ew dibê herwaha, ji ber ku meqamên resmî zefî caran agahîyan bê zanyarîya merivan jî dikarin berhem bikin ew dem yek car ecêb dibe, dema ku ew van agahîyan di karê tîcari de bi kar tînin.

Lê Kjel-Åke Sjödin ku di Daîreya Transportê de kar dike dibije ew tiştekî şaş nakin.

– Şaşitîya me tunîne. Em bi wî awayî li mselê mêze nakin, ji ber ku ev agahîyên eşkere ne û em vana li gor prensîba eşkerebûnê didin. Ji bilî wî jî, ji bo firotina agahîyan  hikûmatê destur daye me, dibêje Kjäl Åke Sjödin.

Heger çiqas meqam dibêjin firotina agahîyaên şexsî li gor biryara hikûmatê ye jî, wûsa xuyayê ku eva di rastiyê de ne fikrekî rast tê pejirandin. Yanê li gor fikra bi giştî firotina agahîyan ji alîyê meqaman ve, kirineke ne gelek baş tê dîtin. Ji ber wî ji di sala 2011 de şîrketek bi navê Metrîa AB, ji aliyê dewletê ve hat damezirandin ji bo ku van karên hinekî ne tendurist bike.  

Heger ku meriv bixaze reklam ji meriv re neyê ew dem dikare bi meqamên ku agahiyan difirotin, yan jî qeyda li hember girtina reklaman re, bikeve têkilîyan. Kjel-Åke Sjödin dibêje meqamên wan di derbare firotina agahîyan de gelek vekirîye.    

– Em heya deama naha di wê fikrê de bûn ku em di vî derbarî de vekirî ne. Lê di pêşeroje de emê binhêrin ku eva têre dike yan ku em gere xwe baştir bikin.

Nina Lundström ji partîya Folkpartietê, ku di komîsyona parlementoyê ya heqê kesên sîvil de cîgirê berpirsîyar e, dibêje firotana agahîyan ji bo gelek kesan tiştekî nû ye.

– Gelek kesên ku bi min re têkilî daynîne dibêjin ku firotina agahiyên şexsî ji bo wan zanyarîyeke nû ye. Ji bilî wî jî ew pirs dikin ka ew çi dikarin bikin.

Nina Lundström dibêje heger ku meriv bixaze meqam agahîyên merivan nefiroşin, ew dem meriv dikare di malpera Daîreya zikatê de, di beşa bi navê Spar de, bi xwe bike, tedbîra xwe bigire.

Heger çiqas bi vî awayî meriv dikare ji reklaman xelas bibe jî, di alîyê din de gelek meqamên din hene û di derbarê merivan de agahîyan difiroşin. Wek nimûne heger ku otomobîleke meriv hebe, Daîreya yransportê Transportstyrelsen dikare agahîyen merivan bifiroşe.

Herwaha meqamekî navend jî nîne ji bo ku meriv serî lê bide, dibêje Secîlîa Bergman ji rêxistina çavdêrîya kompyuteran.

– Wek şexsîyet gere meriv bi xwe kar bike ji bo ku agahiyên merivan nekevin destên kesan.  Ji ber ku rêxistineke navend ji bo vî nine, şîreta min ew e ku meriv bi hemû daîreyan û rêxistinan re têkilî dayne û daxwazîya xwe ji wan re bibêje. Ji bilî wî jî meriv diokare xwe di qeyda Nixê de qed bike, ew dem meriv ji reklaman xelas dibe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista