Wêne: Niklas Kaldner/Sveriges Radio

Deynê dibistanên John Bauer ji mîlyarekî zêdetir e

Dibistanên John Bauer
4:27 min

Dibistanên şexsî ji konsorsîyuma John Bauer di meha hazîranê de çun îflazê. Û naha pey xebata îdarê, nîşan dayê ku deynê wan milyarek û 150 mîljon kiron e. Xebatkarên îdarê mehtel dimînin.

– Ku eva iflazeke mezin bû me dizanibû, lê ku wê ew qas mezin bûya me nizanibû, dibêje Mats Emthén berpirsîyarê ku mesela iflazê îdare dike.

Bi giştî 11 şîrket di vê konsorsîyûmê de hebu û herwaha 30 dibistan di meha hazîranê de iflas kirin. Li gor birêvebirê îdarê deynê van dibistanan 1, 150 miljon kiron e.

Deyne herê mezin yê bankeya û yên şîrketên din e. Eva 600 miljon kiron e. Deynê xebatkaran jî ku bi rîya garantîya meaşan gere ji aliye dewletê ve were dayin jî, 150 miljon e.

Naha dema ku hemû malhebûna dibistanan hatîye hesab kirin pereyên ku kem in milyarek û 30 milyon kêmasî derdikeve.

Ija gelo çawa mimkûn e ku ew qas pere kêm derdikeve. Berpirsîyarê îdarê Mats Emthén disa.

   

– Ya yekemîn eva di Swêd de ji wan dibistanên şexsî yên herî mezin yek e, yanê eva iflazeke mezin e. ya dûyemîn, pirsgirekên gellek mezin di vê  biranşê de hene. Naha kêmtir xwendevan serî li van dibistanan didin, û kêmtir kes perwerdeyên ji bo meslegan dixunin. Pirsgireka herî mezin ku şagirt hindikin, dibêje Mats Emthén.

Îja kêmasîyê Rêxistina çavdêrîya dibistanan di vir de heye yan na. Wana bi tenê 6 meh berê li ser dibistanên JB çavdêrî kiribûn, wana çawa nikaribûne di demê de kêmasîyê van dibistanan bidîtana û dest bidana ser? Ann-Marie Begler ku serokdîrektorê rêxistina çavdêrîya dibistana ye dibêje, di çavdêrîyê de ew bi giştî li rewşsa aborî nanihêrin.

– Ya ku em dimeyzînin û çavdêrîyê li ser dikin li gor qanûnê, kalîteya perwerdeyê ye. Wek nimûne em nikarin destûra dibistanekî ji sedemê pirsgirekên aborî ji para ve bigirin, dibêje ew.

Heger ku çavdêrîya dibistanan di fikra pirsgirekên aborî da be, ew dem dikare li ser dibistanekî çavdêrîyê bike, lê heger ku pirsgirekên aborî kalîteya perwerde xerab bike. Di alîyê din de, ew dikarin di raporên xwe de behsa pirsigirekên aborî bikin. Lê wusa xuya ye ku çavdêrîya dibistanan di rapora xwe de qet behsa vi jî nekirine.

Na me ew qas bi berfirehî li mrewşa wan ya aborî nenihêrîye, dibêje serokdirektorê çavdêrîya dibistanan Ann-Marie Begler. Ew dibêje meseleyên aborî di van konserna da gelek caran yen tevlihevin, ji mber wî jî çavdêrîya wan ne hêsan e.   

Kirîza di dibistanên JB de gelek berî iflazê hat. Di dema meha duyemîn de birevêvebirîya dibistnanê biryar da ku gelek ji dibistanê xwe bigirin.  Di dawîyê de ji sê debistanên wan yek bi binî ve hate girtin. Lê yên din ji aliye îdaregirên îflaze ve xwedîyên nû jê re hat dîtin. Naha jî çavdêrîya dibistanan xwedîyên nû qebûl kirine. Le serokdîrektorê çavdêrîya dibistanan soz nade ku wê car din neçin iflazê.

– Wek nimûne em dinhêrin ka çend xwendevanên wan hene, û mesrefên wan çiqasin, le meriv nikare tu garantîki bide. Ji ber ku meriv tu caran nikare bizanibe di dawîye de çen kesên wê herin dibistanê û yan jî çen kesên wê di dawîya sale de ji dibistanê here. Yane meriv di derbarê tu dibistane de nikare garantîkî bide, dibêje Ann-Marie Begler.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".