Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Ji Swêdê diçine Sûrîyê cîhadê!

Hat weşandin tisdag 6 augusti 2013 kl 16.30
Shervanên Cebhet el Nusra yên swêdî
(5:25 min)
Di van hefteyên dawî de şerên dijwar di navbera şervanên kurd yên girêdayî YPG û Cebhet el Nusra de derketine.

Herî dawî di destpêka tebaxê de nûçe belav bûn ku du birayên ku ji Swêdê çûbûne şerê Sûriyê da ku tevî rêxistinên islamî ”cîhadê” bikin hatine kuştin. Li gor îstixbarata Swêdê herî kêm 30 kes ji vir çûne şerê Sûriyê. Hin kesên ku çûne şer vegeriyane, lê xuya ye çûyin jî hîna berdewam in.

Radyoya Swêdê bi yekî ji van re axiviye. Kesê bi navê Bilal ji Swêdê çûye û niha ew li Sûrîyê şervanekî Cebhet el Nusra ye.

– Cara pêşî dema ez beşdarî şerekî bûm, wellah tu caran ez ewqas dilxweş nebûbûm. Ez keniyam û keniyam û keniyam. Ez nikarim tarîf bikim bê çiqas xweş bû. Dilê te qet bi dijminê te naşewite, mirov hîç ber wan nakeve.

Xwediyê van gotinan xortekî bi navê Bilal e. Temenê wî derdorê 20 salan e. Ji par zivistanê ve ew ji Göteborg çûye Sûrî di refên rêxistina islamî Cebhet el Nusra de şer dike. Di hevpeyvîneke bi rêya Skype Bilal ji rojnamevana Radyoya Swêdê Kajsa Norell re behs dike bê ew li wir ji bo çi şer dikin.

– Li vir diz hene, "şebîha" hene, artêşa azad heye ku dixwaze dewleteke demokrat ava bike. Ev hemû belayên serê me ne. Armanca xebata me avakirina dewleteke islamî ye.

Di meha nîsanê de analîzvanê sereke yê polîsê îstixbarata Swêdê SÄPO Jonathan Peste ragihandibû ku bi kêmayî 30 kesên mîna Bilal bi armanca cîhadê ji Swêdê çûne Sûriyê û tevî komên nêzîkê El Qaîde bûne.

Îcar gelo kî ne ev ên ku ji Swêdê diçine Sûrîyê cîhadê? Sernivîsarê rojnameya Svenska Dagbladetê Per Gudmundson ev çend sal in ku agahiyên derheqê kesên ku diçin Sûriyê berhev dike. Ew dide zanîn ku wî heta niha bi giştî 15 kes, bi navûnîşan kirine ku ew ji Swêdê çûne û balê dikişine ser taybetmendiyeke balkêş ya van kesan.

– Ji 15 kesên ku min tesbît kirine tenê yek bi eslê xwe ji Sûrîyê ye. Yên din piranî ji Libnanê jidayik bûne, hinek ji wan filistînî ne. Lê xelkên ji welatên mîna Filipîn û Muxrib/Fasê jî di nav wan de hene.

Derbarê binemala van kesan de jî Per Gudmundson dide zanîn ku yên ku çûne gişt ji famîlên misilman in. Rast e hin ji van malbatan li vir jî islamiyên tund in, lê gelek ji wan jî bi rastî zêde ne oldarên radîkalin. Bes ciwanên ku diçin Sûrîyê tev li wir digihin rêxistinên fundamentalîst.

– Yên ku min tesbît kirine çûne gihane rêxistina cîhadî Cebhet el Nusra. Hinek jî gihane Ketîb el Mûhacirîn û Cund el Şam û ji van heta niha 8 kes di şer de hatine kuştin.

Per Gudmundson ku derbarê kesên ku ji Swêdê diçine cîhadê malperekê jî bi rê ve dibe dibêje çûna Sûrîyê heta niha jî nesekiniye. Herî dawî berya mehekê, di tîrmehê de wî kesek tesbît kiriye ku bi mebesta cîhadê çûye Sûriyê şer.

Li gor zanyariyên Gudmundson hin ji van kesên ku çûne Sûrî cîhadê paşê cardin vegeriyane Swêdê. Û vegera van kesan ji şerê Sûrî, îstixbarat Swêdê SÄPO têxe nav endîşeyê. Serekê analîzan yê SÄPO Jonathan Peste:

– Em ditirsin ku li hemberî Swêdê êrîş pêk werin. Lê tirsa me ya herî mezin ji van kesên ku vedigerin ew e ku ew ji kesên din re bibin çavkaniya îlhamê ku xelkên din biçin yan destekê bidine terorîzmê.


Raproên derbarê Rojava de

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".