Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Wêne: Andreas Hedfors/Sveriges Radio.

Polês li hemberê grupên ekstremîst yên çep tedbîran digire

Rêxistinên çep
5:25 min

Di pey zêdebûna yêrişên ku ji alîyê grûpên çep yê ekstermist ve li hemberê dijberan hatine kirin, naha polês ji bo vî tedbîrê digire. Li gor Ahn-Za Hagström, şefanalîzvana îstihbaratê SÄPO ev grupana ji bo hinek mekanîzmayê demokrasîyê tehdîd in.

– Li gor me ev grubana li hemberê demokrasiyê tehdîd nînin, yanê di mehneya ku ewê şoreşekî bikin, yan jî rejîmê biguherin. Le belê di alîyê din de ew ji hinek mekanîzamayên demokrasîyê re tehdîd in, dibêje sereke analîzavanê îstîhbarata Swêdê.

Ji meha sibatê vir ve grupeke çep ya ekstremîst yêrişên berfireh di herema Mälardalen de pêk anîye. Li gor polês bi kêmasî 30 hev yêriş hatine kirin. Di vir da tehdîdên telefonê, yêrişên bi maddeyên kîmyevî û lêxistin li hember kesên dijber hatîye kirin. Yêrişa herî dawî di dawîya vê heftîyê de li Västerosê hat pêkanîn ku di vir de xanîyek hat xerab kirin.

Yek ji endamê prupeke ekstremîst ji radîyoya P4 Sörmland re awha behsa şiddeta li hemberê kesekî 27 salî li Eskilstuna kiribû.  

    

– Hinek aktivîstên me çûn adrêsê ji bo ku bikevin hundir û yêrişê bibin ser kesê ku di wir de dijî. Lê ew meriva li wir nebû, ji ber wî jî hevalên  me biryar dan û di dewsê de xanî ji binî ve xerab kirin, dibêje ew.   

Dema ji wî kesî tê pirskirîn, pêkanîna şîddeta nayê mehneya ku meriv mafê şîddetê dide grûpên din jî?

 

– Wek nimûne em kesekî nazîst wek merivekî xerab nabînin. Lê em dibêjin ewî hilbijartineke ne baş kirîye û ji ber wî jî ew di sîyasetê de dijî me ye, dijminê me ye, dibêje ew.

Naha polês ditirse ku yêrişên hember ji alîyê grûpên ekstremên rast wê werin û herwaha şîddetê wê zêde bibe. Ji ber wî jî naha Istîhbarat bi polêsên heremî re betir kar dike ku hember li şîddetê bikaribe were girtin.

Danîel Lindström ji îstihbarata polêsê herema Västmanland jî ji bo rewşê, bi endîşe ye û dibêje ew dizanin kê van yêrişan dikin.

– Belê em gelekî bi endîşe ne lê em dizanin ew kî ne. Navê gruba wan Cepheya şoreşkera ne. Armanca jî, tirsandin û li hember girtina kesên ku dixazin bikevin nava grubên dijber, yan jî terk kirina kesan ji nav wan gruban e.

Lê kesekî ku navê wî yê kod Filip e û endamê rêxistina li jor behs kirî ye, ji radiyoya Västmalland re dibêje ku wana yêrişên xwe zede nekirine, polês wusa dixaze nîşan bide.

– Em çalakîyên xwe wek berê dikin, yanê tiştekî nû nîne. Ji bo me ya herî girîng kîjan xebat wê encnama herî baş bide. Em kirinê bê qanûnî jî dikin heger ku em bifikririn ku ji bo serkeftina me, ava pêwîst e. Lê ev nayê wê mehnê ku em nikarin bi dijberên xwe re xeber bidin jî. Yanê kîjan taktîk pêwîst be em ewî bi kar tînin, lê wek min got eva karekî ku me her dem kirîye, dibêje Filip endamê rêxistina Cepheya şoreşkeran.    

Di derbarê şîdet bi karanîna van grupan de îstatîstîkeke piştrast nîne. Lê SÄPO dibêje, pêvçûyîn û tol girtin di nava ekstrermîstan de, di van salê dawîyê de her çuye zêde bûye.    

Ahn-Za Hagström şef analîzvana Säpoyê dibêje li gor salên 1990 rewş naha baştir e. Di wê demê de gelek kuştinê bi motîva sîyasî hatin kirin. Bi taybetî jî kuştina polêsan li Maalexanderê û ya sendîkalîst Björn Söderberg.  

– Şiddeta ku ji alîyê grupên ekstremîst ve tên bi kar anîn wek ya berê di rewşeke xerab de nîne, lê bi vê ez nabêjim ku şiddet nîne. Her dem şiddeteke zor pêk tê lê di binê asta salên 90 de ye. Şiddet bi awayekî berfireh û organîze dibe, lê belê zedetirên şîddetê li hember dijwaran yanê girupa ekstrem ya li hember tê bi kar anîn. Dibe ku ji ber wî wek yêrişên din ku li hemberê nûnerên civakê dibin, nayêne bal kişandin.  

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".