Wêne: Ross D. Franklin/Michel Euler/Scanpix

Barack Obama tê Swêd

Serok komarê Amerîkayê Barack Obama wê di destpêka meha îlonê de serdana Swêd bike. Herwaha eva cara yekemîn e ku seok komarekî Amerîkayê serdana Swêd dike. Li gor lêkolînvan Jan Joel Andersson ji Enstutuya sîyaseta derva, eva delîla ku têkilîyen Swêd û Amerîkayê di dema xwe ya herî baş de ye.   

– Hem li Stockholm û hem jî li Waşîntonê naha tê behs kirin ku têkilîyê Amerîkayê û Swêd îro ji heman deman baştir e. Û serdana serok komarê Amerîkayê Barack Obama ya Swêd jî encama vê ye.

Wezîrê Swêd yê derva Carl Bildt dema ku roja doh ji bo vî daxuyanî da, gelek kefxweş bû û got serdana Barack Obama wê bibe dîrok.  

– Di sala 2001 de ji sedemê civîna Evrupayê ya bilind serok komar George Bush hat vir lê ew dem ne ji bo serdana Swêd bû, ew wek me got ji sedemê civîna Evrupayê bû. Yanê eva cara serî ye ku serok komarekî Amerikayê bi taybetî ji bo têkilîyên di navbera Swêd û Amerîkayê tê swêd, dibêje wezîrê derva Carl Bildt.

Tê xeberdan ku eva serdana Barack Obama bi pirsgireka di navbera Amerîkayê û Rusyayê re jî heye. Wek tê zanîn xebatkarekî îstîhbarata Amerîkayê Edward Snowden gelek agahîyên Amerîkayên veşartî li cîhanê belav kir û ji ber vî sedemî jî ji welêt revîya û naha li Rusyayê mafê pennaberîye girtîye. Tê bawerkirin ku Barak Obama jî ji ber vê, civîna xwe ya ku ewê bi serok komarê Rusyayê Vladimir Putin re di despêka meha îlonê de bikira, îptal kir. Lê wezîrê derva Carl Bildt dibeje, eleqeya serdana Swêd qet bi vê pirsgirekê re nîne.

– Hatina Barack Obama di berê de hatibû biryar kirin. Le dema ku ewî serdana xwe ya bi Putîn re îptal kir, bi tenê roja serdanê hat guherandin, dibêje Carl Bild.

Ija gelo çima têkilîyên di navbera van dewletan de naha ew qas baş bûye? Jan Joel Andersson ji Enstîtuya sîyaseta derva çend hev sedema dide rêz.

Li gor wî ku Swêd di nava yekîtîya Evrupayê de rêvebirîyê ji bo dayîn û standina serbest dike, bi taybetî jî ji bo navbera Evrupayê û welatên li Amerîkayê, sedemeke.

Ya din jî ku Swêd bi awayekî gellek berfireh di nava karûbarê navneteweyî de cîh digire û di vir de gelek alîkar dibe. Li gor Jan Joel Andersson alîkarîya ku Swêd di mesela Lîbyayê de kir ji vî re nimûneke baş e.     

– Mesela Lîbyayê gelek girîng e ji bo rewşa Swêd li cem Amerikayê. Û herwaha swêd di meseleya yarmetîyê di jî lîstikvanekî sîyasî gelek girîng e. Alîkarîyên  ku Swêd wek nimûne ji welatên Afrîkayê re dike, ne gelek welatên di cîhanê de dikarin bikin, dibêje ew.

Ku serok komarê Amerîkayê qet serdana Swêd nekirîye, lê ya wek nimûne ya welatên di îskandînavyayê din wek Danîmarkayê û ya Norveçê kirîye, dibe ku girêdayî ne endambûna Swêd ya NATO yê be. Lê naha dikare rewş hatibe guherandin ku endambûna NATO yê ne wek berê girîng be, li gor Jan Joel Andersson.  

– Ez di derbarê vê serdanê de difikirim ku endambûna NATO yê ne wekî berê grîng e. Lê Swêd di karûbarê navneteweyî de çi dike girîngtir e, dibêje Jan Joel Andesson.

Ji bilî vî jî li gor wî, di demeke ku Evrupa di kirîzeke mezin de ye Swêd aborîya xwe kirîye balansê û bi gotina wî ”Swêd Evrupeya ku baş li rê diçe” ye.

Bê guman pêwîstîya Amerîkayê bi kesên wusa heye. Lê di alîyê din de gere meriv rola şexsan jî ji bîr neke.  

– Bê guman li Waşhingtonê meriv bi çavekî mgelek baş li Swêd mêze dike, ji vî re tû şik nîne. Lê bê guman, di vî de emegê wezîrê derva Carl Bildt jî mezin e, dibêje Jan Joel Andersson.  

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista