Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
.دەزگای کەشناسی سوید هۆشیاری پلە سێی بۆهۆی توانەوەی بەفرو هەستانی لاڤاوەوە لە هەرێمی یاڤلەبۆرێ ڕاگەیاند

Omar Souleyman beşdarî Way out West dibe

Hat weşandin torsdag 8 augusti 2013 kl 13.54
Guhdarîya raporê bike
(6:20 min)
Hunermendê sûrî Omar Souleyman. Wêne: Robert MacPherson/AP

Hunermendê sûrî Omar Souleyman û koma wî di dawîyê de vîza bo Swêdê wergirtin û îro êvarî dê beşdarî festîvala muzîkê ya bi navê Way out West li Göteborg bibin. Ev nûçeyeke dilgeş bû bo amadekarê festîvalê Niklas Herrström ji Luger yê hêvîyên xwe wenda nekirin û ta ji wan hat karkirin da ku Omar Souleyman vîza werbigre.

Herrström dibêje mizgîniya vîza ji Omar Souleyman re serketineke karî ye ji bo me.

Omar Souleyman pêşî bo festîvala bi navê Stockholm Music & Arts ya heftîya çûyî li dar ket hatibû vexwandin, lê konsolosxaneya swêdî li Istanbolê vîza bo Swêdê ji wî re qebûl nekir. Li gor nirxandinên konsolosê swêdî guman hene ku Omar Souleyman bê Swêdê û li vê derê daxwaza mafê penaberîyê bike.

Berîya çend salekî dezgeha koçê, Migrationsverket, berpirsa qaydeyên pirsên viza yê bû lê nuha qayde û yasayên Yekîtîya Ewrûpa yên girêdayî bi pirsên vîzayê ve li konsolosxaneyan tên bikaranîn.

Û li gor qaydeyan divê li her daxwaznameyeke vîzayê bi serê xwe bên nerîn ango take kesî. Di rewşa Omar Souleyman de konolosxaneya swêdî li Istanbolê li rewşa wî ya malbatî, aborî û civakî nerîye û li gel rewşa li welatê wî li dar e nirxandinên xwe pêk anîne.

Herçend ku Omar Souleyman berîya nuha hatîye Swêdê û gelek caran bi vîza fermî derbasî Ewrûpayê û welatên di peymanê Schengenê de bûye, her konsolosxaneya swêdî li Istanbolê doza vîza bo Swêdê pêşî jê re qebûl nekir.

Û piştî ku amadekarên festîvalê, Lugers, biryara konsolosxaneyê itîraz kirin û careke din wî vexwandin bo festîvaleka Way out West, biryara konsolosxaneyê hate guherîn û vîza bo Omar Souleyman hate qebûlkirin. Li gor Niklas Herrström, wan tu kêmasî di daxwaza vîzaya wî de nedîtin û ji ber wê jî dest ji vê dozê bernedan:

-Berîya hertiştî ew hunermendekî ecêbî baş e û me dît ku cara yekem baş li daxwaznameya wî nehate nerîn û şaştî li dar ketin. Me sedemên neqebûlkirina vîzayê nezelal dîtin û ji ber wê jî me dest jê bernedan ta em geheştin armanca xwe.

Hunermendê ji herêma Serê karnîyê, Omar Souleyman belkî piştî navûdengîya nûçeyên vîzayê xwe gihandibe wan kesên berîya nuha pê nebihîstibûn.

Wî ji salên 1990 dest bi karê hunerî kir û li gor ku tên gotin dora 500 CD yê tomar kirine, piranîya wan tomarkirinên zindî ne ji ahang û dawetên herêmê.

Muzîka wî ya mîks ango tekelbûneke ji muzîka gelî ya cur bi cur ji bakurê Sûrîyê, di nav de muzîka kurdî jî, bi îqaa û rîtmên sivik yên aleta orga elektronî û biziqa ser kehrebê tên pêşkêşkirin. Li Sûrîyê naskirî bi muzîka şebî, ango ya gelî a herêma bakur ku piranîya caran di dawet û agangehan de tên lêdan.

Bi awayekî muzîka Omar Souleyman giheştîye şirketa amerîkî Sublime Frequencies û bi wî awayî di temamê cîhanê de belav bûye. Ew li gel koma xwe beşdarî gelek festîvalên muzîkê yên navneteweyî bûye û tucarî pirsa vîza jê re nebûye astengî ta heftîya derbasbûyî.

Mina Tosti, berpirsa aborî bo karê hunermendê sûrî Omar Souleyman ji biryara pêşîn ya konsolosxaneya swêdî li Istanbolê gelekî ecêbmayî ma û bawer nedikir ku dê ji biryara xwe vegerin, lê piştî ku di vê heftîyê de careke din li doza vîsa wî hate nerîn û jê re qebûl kirin ji beşê çandî yê radyoya Swêdê re got ku ev mucîze ye:

-Mina Tosti dibêje bo muzîkjenan ev mucîzeyeke biçûk e. Û li gor nerîn û bawerîyên min balkişandina mezin di çapemenî û civakê de hişt bizehmet bibe ji  konsolosxane re ku li ser biryara xwe ya pêşîn bimîne û mecbûr ji Omar Souleyman re doza vîza bo Swêdê Qebûl bike.

Nûçeya derbarê neqebûlkirina vîza ji bo hunermendê sûrî Omar Souleyman rexneyên tund hember dezgehên swêdî saz kir û di çend rojekî de pirsa navûdengîya Swêdê li derveyê welat, prînsîp û qaydeyên swêdî yên derbarê piştgîrîya huner û hunermendan, bi taybetî ew yên ji welatên di wan de şer heye, bû şîroveyeke germ li Swêdê û ya li gor Mina Tostî hoya sereke bû bo qebûlkirina vîzayê cara duem.

Li gor amadekarê festîvalê Niklas Hersström vîza ji bo Omar Souleyman tenê bo welatê Swêdê ye û ew divê yekser piştî festîvalê vegere Istanbolê.

 Lê bernameya hunerî ya Souleyman her piştî Way out West berdewam e, ew dê di vê salê de wekî nimûne beşadarî festîvalên muzîkê li Paris û Los Angeles jî bibe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".